Li Bajergehê navê sînor heye lê bazirganî tune ye!
COLEMÊRG (DÎHA) – Deriyê sînor ê bajaroka Bajêrgehê ya Geverê nêzî 5 meh in li bazirganiyê hatiye girtin. Welatiyên Bajêrgehê bertek nişanî girtina sînor dan û diyar kir ku AKP bi girtina sînor wan ceza dike.
Deriyê sînorê navbera Colemêrgê û Urmiyê yê bajaroka Bajêrgehê ya Gevere ji 7’ê hezîranê heta niha girtî ye. Welatiyên debara xwe bi bazirganiya deriyê Rojhilatê dikin bertek nîşanê AKP’ê dan. Welatiyan diyar kirin ku ji ber gelê Bajêrgeh dengê xwe nedan AKP’ê û HDP’ê ji sedî 97 deng wergirtin AKP wan ceza dike. Dema hêj derî nehatibû girtin 2 hezar maşineyên bazirganiyê hebûn. Lê 3 meh derbas bûn bazirganî li deriyê sînor rawestiya ye. Li derdora Bajarokê jî ji aliyê dewletê ve gelek qereqol û kalekol hatine çêkirin. Li Bajêrgeh ji ber ku zêde qareqol hatine çêkirin gel jî nikare sewalkariyê bike ji aliyê aborî ve jî gel gelek zahmetiyan dijî.
‘Navê sînor heye, lê'
Welatiyê Bajêrgehê Harun Arslan ku bi salan e bi bazirganiya sînor debarê dike, diyar kir ku navê deriyê sînor heye, lê bazirganî tune û welatî nikarin debarê bikin. Arslan herî dawî ji rayedarê dewletê xwest ku deriyê sînor vekin. Welatiyê bi navê Samî Derînsu jî bal kişand ser maxduriyeta gel a aborî û wiha got: "AKP’ê piştî hilbijartinên 7’hezîranê ji ber ku deng li Bajêrgeh negirt bi keyfî deriyê sînor ji bazirganiye re girt. AKP û dewleta tirk gelê kurd bi aboriyê ceza dike.."
(zf-nt/mae)