DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Koçberên Kurdistanî li baxçeyên mandalînan kom dibin

 
13 Kanûn
09:09 2015

WELAT DAGDELEN

ÎZMİR (DÎHA)
- Bi demsala zivistanê re karkerên demsalê yên Kurdistanê vê carê jî berê xwe didin baxçeyên mandalînan. Karkerên mandalîna yên li navçeyên Selçuk, Seferihisar û Menderesê yên Îzmîrê di şertên pir dijwar de dixebitin, heqê keda xwe jî nastînin.

Baxçeyên mandalîn û turunciyan ên navçeyên Selçuk, Seferihisar û Menderesê pêdiviya mandalîna yê piraniya Tirkiyeyê pêşwazî dikin. Karkerên mandalîna yên li van baxçeyan dixebitin, di nava şert û mercên pir zor û zahmet de kar dikin. Karker li gel şertê giran heqê keda xwe jî nastînin. Karkerên ku di saetên şeveqê de dest bi komkirinê dikin rojê 12 saetan dixebitin. Karker ji hemû mafê xwe yê civakî û tenduristiyê bêpar in. Karker li gel şertê giran rojê 40 TL heqdestê digirin. Ji ber şertên zivistanê jî zehmetiyên mezin dijîn.

Tevî 2 zarokên xwe mandalîn kom dike

Karkerên baxçeyên mandalînan, nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku keda wan û heqê wan tê xwarin. Welatiyê ku ji gundê Hewarê yê Navçeya Rezan a Amedê li gel 2 zarokê xwe hatiye baxçeyan û mandalîna kom dike Ramazan Gormez, ji ber betaliyê neçar maye ku berê xwe bide Îzmirê. Gormez, piştî ku 3 mehan karê baxçeyê mandalînan bike dê dîsa vegere Amedê. Gormez, anî ziman ku di nava şertên giran de dixebitin û her sibe saet di 04.00’an de derdikevin rê û heta derengê êvarê mandalînan kom dikin.

Gormez, destnîşan kir ku karkeriya demsalî pir zor e û tu ewlehiya wan tune ye. Gormez, da zanîn ku rojê bi 40 TL dixebitin û zehmetiyên mezin dijîn.

Ligel temenê 65 salî mandalînan kom dike

Pîra 65 salî Zozan Esetoglu ku ji ber zora dewletê ji Agiriyê koç kiriye û hatiye Îzmirê. Eseotoglu jî anî ziman ku di nava şert û mercên pir giran de dixebitin û keda wan tê xwarin. Esetoglu, da zanîn ku hem mandalînan kom dike û hem jî bi şev diçe malê xwarinê çêdike.

Karkerê ku ji gundê Melevî yê Şemrexa Mêrdînê ji ber zilma dewletê hatiye Îzmirê Ahmet Dagdelen jî anî ziman ku dewletê bi zorê ew ji axa wan koçber kirin û wiha got: "Em neçar in karkeriya demsalî bikin û di nava zeviyan de bixebitin."

Di nava heriyê de dixebitin

Welatiya gundê Heciye Hesen a Qosera Mêrdînê Ayşe Elez (45) jî 21 sal berê hatiye Îzmirê. Elez da zanîn ku gundê wan jî ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û wiha got: "Ez niha nexweş im. Rojê 12 saetan dixebitim. Dema ez diçim malê jî xwarinê çêdikim. Em pir zor û zahmetiyan dijîn."

Ciwanê bi navê Mehmet Îşitmez jî anî ziman ku bi selikên 25 kg, rojê 3 ton mandalîna dibin dervê baxçê vala dikin û pir diwestin. Îşitmez, da zanîn ku ew ji neçarî vî karî dikin.

'Dewletê rezê me şewitand û em hatin vir'

Karkera bi navê Halime Oral jî anî ziman ku wan ji Mêrdînê koçî Îzmirê kiriye û wiha got: "Rezê me hebûn. Lê dewletê hemû şewitand. Em neçar man koçî axa welatê xerîb bikin. Em her dem li nava zeviyan karê zahmet dikin. Em 4 demsal karên zeviyan dikin."

Karkera 50 sali Cahide Ozyilmaz jî anî ziman ku her dem di nava zeviyan de dixebitin û her dem keda wan tê xwarin.

(mae/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN