Welatî nikarin kartol jî bistînin
WAN (DÎHA) - Yek ji sewzeyên ku zivistanê li Wanê zêde tê xwarin kartol e. Ji ber rewşa şer a li Tirkiyeyê, wekî gelek sewze û fêkiyan buhaya kartolê jî li gorî par du qat bilind bûye û welatî nikarin êdî kartol jî bistînin.
Ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê, aboriya Tirkiyeyê her ku diçe qels dibe û hêza kirînê ya civakê jî dadikeve. Bi taybet buhayên sewze û fêkiyan pir bilind bûne. Li Wanê, yek ji sewzeyên ku zivistanê pir tê xwarin jî kartol e lê ji ber buhayê tu kes nikare xwe nêzî dezgehan bike. Buhayê kartolê par van çaxan derdora 75 quriş bû lê niha bûye 1,5 TL. Ji ber ku welatî nikarin bi vê buhayê bikirin, vê carê jî kartol di destê esnafan de dimîne.
'Şer buhayan bilind kir'
Esnafê bi navê Fîkret Karakuş ku ev 10 sal in kartolan difiroşe, diyar kir ku ji ber rewşa şer û pevçûnê buha ewqas bilind bûye. Karakuş da zanîn ku li gor sala borî, firotina kartolan daketiye û wiha axivî: "Par rewş ne wisa bû. Îsal buha bilind bûye ji ber vê jî welatî nikarin bistînin. Ji ber şer, aboriya gel jî xirab bû. Bi gel re pere nemaye. Ji ber vê yekê em jî di firotinê de tengav dibin."
Ji bilindbûna buhayan ne tenê esnaf, welatî jî acis in. Welatiya bi navê Cîhangîr Pinar ku got ew êdî nikarin kartolan jî bistînin wiha berdewam kir: "Zivistanê em herî zêde kartolan dixwin. Buhaya kartolan par gelek erzan bû lê îsal pir buha ye. Ji ber buha ye kes nikare bistîne."
(sy)