DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Avahiya 500 salî tune dibe

 
13 Kanûn
09:11 2015

WAN (DÎHA) - Qesra Beylerbeyî ya 500 salî ya li Qersê ji ber xemsariya rayedaran hilweşiya. Ji bo qesra ku tenê diwarên wî mane tiştek nayê kirin û ji ber dibistane ku nîv metre durî wî hateye çêkirin jî êdî nayê dîtin.

Li bajarê Qersê ku li her kolan û cadeyên wî de avahiyekî dîrokî heye ji ber ku terkî qedera xwe hatine kirin yek bi yek tune dibin. Qesra Beylerbeyî ya ku di 1579'an de ji aliyê Lala Mustafa Paşa ve li tawa Kaleîçî hatiye çêkirin ji ber xemsariya nayedaran hilweşiyaye. Qesra du qatî heta 1878'an wekî qonaxa Sancak, di 1878-1918'an de jî jî wekî avahiya hikûmetê hatiye bikaranîn ji ber ku demeke dirêj vala maye qatê duyemîn tevahî hilweşiya, tenê diwarên wî mane. Di nava demê de ji ber ku qet nehatiye rastorekirin, defînegeran her derê dora qesrê kolan.


Li qiraxa avahiya dîrokî dibistana hemdem!

Qesra ku her derê wî hateyi texrîbkirin bendewarî hebû ku rayedar tiştekî bikin lê li qiraxa avahiye dîrokî dibistan hate çêkirin. Ji ber Lîseya Anadolu ya Hasan Harakanî ya nîv metre dûrî qesrê hatiye çêkirin avahiya dîrokî êdî qet nayê dîtin û vê carê jî diwarên qesrê ji ber kesên ku dikevin nav û li ser diwaran nivîsan dinivîsinin tê texrîbkirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN