'Em hawara Sûrê di bedena xwe de hîs dikin'
AMED (DÎHA)- Rêxistinên sivîl ên civakî têkîldarî qedexeya derketina derve daxuyaniya hevpar dar û bi gotina "Em hawara Sûrê li bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînê ve qîr dike" banga xwedîlêderketina mîroteya çandî kirin.
Komeleya Ekolojiyî ya Amedê, Odeya Plankerên Bajar, Odeya Mîmaran, Tevgera Çandê û DÎAY-DER'ê têkîldarî qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amadê daxuyaniya hevpar dan. Ji Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Kezîban Arukan daxuyanî xwend û diyar kir ku avahiyên dîrokî heta roja îroyîn hatine û wiha axivî: "Lê îro jî em qêrîna hawarê ya Sûrê di bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînêv e qîr dike."
'Sûrê ruhê Amedê ye'
Arukan destnîşan kir ku bi hinceta ku li Sûrê rêveberiya awerta hatiye îlankirin birojan e qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û êrîşa li dijî navendên bawariyê, nasnameya bajar, dîroka bajar û çanda bajar nayê qebûlkirin. Arukan nirxandina "Sûn hem paşeroj hem jî pêşeroja me ye, tu hincetên ewlehiyê nikare bibe sedama şewitandina dîroka ku BZ. 7500'an de hatiye çêkirin." Arukan anî ziman ku divê di demeka kir de qedexe bê rakirin û banga xwedîlêrketina dîrok û çanda li Sûrê kir.
(sa)