DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mîhrîcana berxwedanê didome

 
17 Kanûn
13:31 2015

ÊLÎH (DÎHA) - 6'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney a bi şîara "Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê" bi nîşandana belgefilm û kurte filmên berxwedana kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên ku li hemberî dewletên serdest li ber xwe dide bi eleqeyek mezin didome.

6'emîn Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney a bi şîara "Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê" bi nîşandana kurtefilm û belgefilmên mijara berxwedana kurdên her çar aliyên Kurdistanê li hemberê dewletên serdest li ber xwe dane didome. Mîhrîcana ku bi hevkariya Şaredariya Êlîhê û Akademiya Sînemayê yê Rojhilata Navîn re tê lidarxistin, li taxên bajar jî nîşandana fîlman berxwedana kurdan digihijîne gel.

Mîhrîcan bi nîşandana fîlmên pêşbirkê yên Azad ê derhênerê wî Yakup Tekîntangaç, Mast ê ku derhênerê wî Tahsîn Ozmen, Mîtomanî yê ku derhênerê wî Mahmut Atil û Bulut Gumuşboga, P. E. Class ê derhênerê wî Jabbar Salehi, Poke yê derhênerê wî Farûq Samanî ye berdewam kir. Piştî fîlmên pêşbirkê belgefîlmê #73 yê derhênerê wî Rekesh Shabaz û nîşandana taybet fîlmê Wêne yê derhênera wî Ozlem Ar, Zeba, Jînda, Asmen û Bîryar Erîn hat nîşandan. Belge fîlma Rêça Perperîkê yê derhênerê wî Amal Ramsîs jî hat nîşandan.

'Bîranînên li ser kevir' eleqeyeke mezin dît

Fîlmê "Bîranînên li ser kevir" ê derhênerê wî Shawkat Amîn Korkî ji hat nîşandan û ev film eleqek mezin hat temaşekirin. Di vê filmê de salona Sînemaya Yilmaz Guney tijî bû û bi çepikan hat temaşekirin. Mijarê filma "Bîranînên li ser kevir", dû zarokên bi navê Hûseyîn û Alan ku heval in, di sala 1988'an de dixwazin komkujiya li ser kurdan ku di dema Operasyona Enfalê de li Îranê pêk hatiye film bikşînin vedibêje. Pêvajoya çêkirina vî filmê tiştên nû hînê wan dike. Ji bo ew bi saya sînemaya bigihîjîn rastiyê û bi nasnameya xwe re rû bir û bimînin divê netirsin û bikevin nav xetereyên mezin. Shawkat Amîn Korkî yê ku di sala 2009'an de bi fîlmê xwe yê bi navê "Kîck Off" hatîbû naskirin ev car bi fîlmê xwe yê "Bîranînên li ser kevir" zor û zehmetiya kişandina sînemaya rastiyê vedibêje.

Mîhrîcan bi eleqa mezin ya gel didome.

(ozp/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN