Ma ev ne krîza aborî ye?
RIHA (DÎHA) - Krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bandora neyînî li ser esnafên Rihayê yên fekî û sebzeyan difiroşin jî kir. Esnafên ku ji ber krîzê hilberînên wan di destên wan de ma, qada ku 47 esnaf kar dikin nîşandan û pirsa "Tenê hûn dikarin yek dû kiriyarekî bibînin. Ma krîza aborî ne ev" kirin.
Ji ber krîza ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de piştî balafira rûs hate xistin derket holê hilberînên wekî sebze û fekî di destên hilberîneran de man. Esnafê Hal a Biçûk a Rihayê diyar kirin ku ji ber ku bi welatên cîran ve pirsgirêk tê jiyîn krîza aborî derdikeve holê ji ber vê yekê jî hêza kirînê kêm bûye û firotina sebze û fekiyan hatiye asta tunebûnê. Li ber esnafên ku li cem hev in nebûna kiriyaran jî vê yekê piştrast dike.
'Çareseriya krîzê aştî ye'
Esnafê bi navê Fuat Demîr ê 40 salî ku bavê 7 zarokan e û ev 15 sal in esnaf e, diyar kir ku hilberînên şîr difiroşe û debara malbata xwe dike û êdî kes nayê bazarê. Demîr bilêv kir ku piştî ku AKP'ê hikûmet ava kir bi awayekî cidî karên wan kêm bûye û wiha axivî: "Çawa welatên Ewropayê bi cîranên xwe ve têkîliyên bi aram datînin bila ya me jî wisa be. Bi Sûrîye, Îran, Rûsya û Iraqê re bila têkîliyên me yên baş hebin. Em dinêrin di devê hemê kesan de şer heye. Çima em bi cîranên xwe ve şer dikin. Riya vî ji aştiyê re derbas dibe. Alternatîfa din tuneye."
Ên ku kar dibînin 40 TL digirin, pêdîvî 60 TL ye
Mehmet Kormaz ê 40 salî yê bavê 8 zarokan e jî destnîşan kir ku ev 20 sal in esnaf e. Korkmaz destnîşan kir ku têkîliyên bi cîranan ve bandorê li têkîliyên bi cîranan re dike û karên wan li gorî salên borî ber bi xirabûnê ve diçe. Korkmaz ev tişt anî ziman: "Dema pêdiviyên maleke bê hesabkirin balîcanê sor, balîcanê reş. îsot nêzî 30 TL digire, ger fekî jî bikirin ew jî 30 TL digire û dike 60 TL. Lê kesê ku dixebite heke 40 TL bigire dê vî pereyê ji kû bîne?"
Ma krîza aborî çi ye?
Welatiyê bi navê Sînan Çîftçî yê 39 salî ku ew jî esnafiyê dike diyar kir ku ew li bendê ne piştî krîza bi Rûsyayê re dê buhayên hilberînên ku nayên îxrackirin kêm bibe lê wisa nebûye heta zêde bûye. Çîftçî wiha got: "Tûfrengî 12 TL, tirî 5 TL, sêv 3 TL, zebeş 4 TL ye ma mirov çawa bikaribin bikirin?"
Mustafa Bakiş ê 45 salî yê esnaf e jî wiha got: "Hûn dibînin kes tuneye. 47 dezgeh e em li vir in lê tenê hûn dikarin yek du kiriyaran bibînin. Ma tiştakî dibêjin krîza aborî ne ev e? Li Tirkiyeyê êdî dê çi be. Ger pere tunebe hêza kirinê jî dê tune be."
(sa)