DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Çavên wî nabînin lê bi dengê xwe rih dide

 
22 Kanûn
09:29 2015

ERZIROM (DÎHA) - Dengbêj Cesim Şakî Kevêrî ku ji dayikbûnê çavên wî nabîne, bi kilamên ku di 15 saliya xwe de ji teyban guhdar kir û ji ber kir, di nav salên borî de bi xwe jî bû dengbêj. Kesera Kevêrî ya herî mezin jî ew e ku zarokê xwe yê ku par hate dinê nikare bibîne.

Dengbêj Cesîm Şakî Kevêrî ku di sala 1975'an de li gundê Kevêrî ya navçeya Qereyazî ya Erziromê ji dayik bû û jidayikbûnê ve ye çavên wî nabîne, ji 15 saliya xwe ve ye dengbêjiyê dike. Dengbêj Kevêrî ku bi dengê xwe yê xweş dilê herkesî zîz dike dema dilê wî bi coş e an jî dema bi xem û kul e, dest bi gotina kilamekî dike an jî bilûra xwe digire destê xwe û bi nefesa xwe deng dide. Dengbêjiya Kevêrî jî, wekî gelek dengbêjan di zarokatiya xwe de ketiye nav pêlên kilaman.

'Dengbejî ne wek zêr e ne jî wek zîv e'

Kevêrî got dema zarok bûye kasetên ku daniye ser teybê bi dehan caran guhdar kiriye û wisa kilam û destanan yek bi yek ji ber kiriye. Kevêrî ji bo dengbêjiyê van gotinan bilêv dike: "Dengbêjî tiştek bi nirx e. Ne wek zêr e ne jî wek zîv e. Lê ez îro dinêrim çanda me hêdî hêdî wenda dibe. Bila ev çand wenda nebe." Kêverî dibêje ku dengbêjî di nav çanda kurdî de ne tenê mûzîk e û wiha pê de diçe: "Eger heya îro me çand û zimanê xwe ji bîr nekiribe bi xêra dengbêjiyê ye. Wê demê ne CD hebû ne jî kamera. Yên ku ev kilam û stranên xweş ji nifşan derbasî nifşan dike, emanetê wan dike dengbêjên me ne."

'Ez ne reng ne jî rûyê zarokê xwe nizanim'

Kevêrî anî ziman ku yek ji derd û keserên wî yê herî mezin jî ew e ku nikare rû û rengê zarokê xwe yê tekane bibîne. Lê Kevêrî car din jî hestên xwe yên ji bo zarokê xwe bi van gotinan tîne ziman: "Zarokê mi di dilê min de ewqas xweşik û şêrîn e ku... Yanî çiya jî dikeve nav dilê însan lê nikare bibe qasî hezkirina zarokekî. Yên wekî min, ên ku rengê cîhanê nedîtine meraq dikin, gelo reng çawa ye."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN