DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

AKP qadên zeytûnan dike qada rantê!

 
23 Kanûn
08:59 2015

EDENE (DÎHA) – AKP bi pêşnûmeyên nû ve dixwaze qadên zeytûnan ji razemeniyên enerjiyê re veke û tune bike lê ji ber bertekên raya giştî niha daye sekinandin. Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê yê Edeneyê Semîh Karademîr diyar kir ku ev yek ji bo ku ji maden, santralên enerjî û înşeatê re cih vekin tê kirin, heke pêşnûme bêqebûlkirin qadên zeytûnan dê ji parastina dewletê bê derxistin û pêşkêşî sermayeyê bê kirin.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ve di 2014'an de ji bo qadên zeytûnên ên ji 25 doniman biçûktir in ji bo razemeniyên enerjî û madenan destûrê dide rastî nerazîbûnên raya giştî hatibû. Ji aliyê wezaretê ve di çarçoveya "di qanûna piyaseya ceryanê û îslahkirina baxçeyên zeytûnan û tanamdina bejiyan de" de bi destura Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê ve hikma "dikare li qadên zeytûnan tesîs bên çêkirin" hatibû rojevê. Heke ev guhertin bê kirin baxçeyên zeytûnan ên ji 25 doniman biçûktir in dê ji statuya qadên zeytûnan bên derxistin û wekî ereziyên ji rêzê bên qebûlkirin. Heke sûda cemaweriyê bê dîtin jî dê li van qadan destura çêkirina qadên enerjiyê bê dayîn. Li Tirkiyeya ku li cihanê di hilberîna zeytûnan de di rêza 4'emîn de ye û 500 hezar hilberîner zêdetirî 160 milyon darên zeytûnê ve zeytunan hildiberîne.

Li Tirkiyeyê mezinbûna qadên zeytûnan nêzî 10 donim in û heke ev pêşnûme bê qebûlkirin ev der dê wekî qadên zeytûnan neyên hesabandin. Heke pêşnûme bibe qanûn jî li qadên zeytûnan dê pêşiya xebatên madenan bê vekirin û li van qadan xebatên petrol, gaza xwezayî, rê, binesazî û hilberîna ceryanê re dê destur bê dayîn. Ji ber ku hilberîneran li dijî vê pêşnûmeyê nerazîbûn nîşandan di 2014'an de li meclîsê hate rawestandin.

'Tê xwestin hilberîna zeytûnan bê tunekirin'

Dildarê Green peacê û hilberînerê zeytûnan Semîh Îgnecî diyar kir ku dewlet qadên wan ên zeytûnan ên donimeki wekî baxçeyê zeytûnan qebûl dike û bi qanûna ku bê derxistin ve qadên zeytûnan bibin cihên rantê. Îgnecî bilêv kir ku hilberîna zeytûnan bêhtir ji aliyê cotkarên biçûk ve tên kirin û qadên zeytûnan jî bêhtir cihên 4 donim in tên tercîhkirin. Îgnecî destnîşan kir ku hilberîna zeytûnan karekî giran û bi mesref e û bi vê rêbazê tê xwestin hilberîna zeytûnan bê tunekirin.

'Qadên zeytûnan ji bo santralên enerjî û madenan tê tunekirin'

Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê yê Edeneyê Semîh Karademîr jî diyar kir ku li awhewaya Akdenîzê hilberîna zeytûnan tê kirin û pêdiviya xwe ya rûnê xam hilberîna zeytûnan tê kirin. Karademîr destnîşan kir ku di 1925'an de bi qanûna hatiye derxistin a Qanûna Parastina Qadên Zeytûnan ve ev der ji aliyê dewletê ve hatine parastin lê bi qanûna ku tê xwestin bê redxistin ve hilberîna zeytûnan tê tunekirin. Karademîr wiha got: "Dîsa di dema vê îxtidarê de bi taybetî jî ji bo maden, înşeat û santralên enerjiyê re tê xwestin cih bê vekirin û sererastkirinekî bi vî rengî ye."

'Bi qanûnê ve qadên zeytûnan ji bo cihên enerjiyê re bê pêşkêşkirin'

Karademîr destnîşan kir ku bi qanûnê ve cihên ji 25 doniman biçûk in wekî qadên zeytûnan dê neyê qebûlkirin û cihên ku di bin parastina dewletê de jî ji parastinê tên derxistin û dê bên tunekirin. Karademîr nirxandina "Heke ev qanûn bikeve meriyetê li Tirkiyeyê kêmasiya rûn derkeve holê. Qadên me yên zeytûnan dê pêşkêşî qadên enerjî, maden û riyan bên kirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN