Sermayeya mezin ekolojiya Dîlokê tune dike
DÎLOK (DÎHA) - Ekolojiya bajarê Dîlokê ku ji her aliyê ve di destê sermayeyên mezin de hatine parvekirin di bin metîngeriyê de maye û her ku diçe wêrantir dibe. Meclisa Ekolojiyê ya Dîlokê derbarê wêrankirina ekolojiyê de dest bi xebatan dike û rayedarê meclisê ragihand ku dê bi riya komîsyonan rê li ber van pirsgirêkan bigirin.
Li Dîlokê ji ber binezasazî bêkontrol û bêplaniya avahîsaziyê her roj pirsgirêkên ekolojîk jî zêdetir dibin. Bi taybetî piştî salên 1960'î bêplaniya herêma Sanayiyê pirsgirêkên ekolojiyê derdixe lûtkeyê. Sermayeyên mezin ku zêdetir herêma Sanayiyê di destê xwe de digirin jî yek jê sedema mezin a vê pirsgirêkê ne. Derbarê mijara pirsgirêk û wêrankirina ekolojiyê de Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê yê Dîlokê Mesut Balcan axivî û diyar kir ku şaredariyên heta îro ev mesele ji nedîtî ve hatine. Balcan destnîşan kir ku sermayeya mezin her diçe ligel ekolojiyê zirarek mezin dide civak û mirovan jî û got ku divê rayedar li ser sermayeya mezin a wêranker bisekinin.
'Komira alikariyê dibe sedema qirêjiya hewayê'
Yek jê sedema wêrankirina ekolojiya Dîlokê jî komirên alîkariyê yên bêqalîte ne. Balcan da zanîn ku ji ber van komiran Dîlok di warê nepaqiya hewayê de, di rêza 6'êmîn de ye û wiha berdewam kir: "Komira ku serokomartî belav dike ji ber ku bêqalîte ye hewa lê pir bandorek neyînî werdigire. Di heman deme de dûyê ku ji fabrikayan derdikev jî li ser hewayê bandorek mezin ê neyînî dihêle. Li bajar wesayîtên bi tupan dixebitin jî yek jê sedema qirêjiya bajêr e."
'Qirêjiya xwe bi betonan digirin'
Balcan li ser qirêjiya Çemê Nizipê ku arpêjkên sanayiyê hemû dikevin nav jî sekinî û got ku ev arpêjk di heman demê de zirarê dide welatiyên herêmê. Balcan bi lêv kir ku gotinên rayedaran ên "Em çemê Nizipê paqij dikin" jî ne rast e û wiha pê de çû: "Li gundên derdora Çemê Nîzîpê hêjmara pileya kesên pênçeşerê dikevin li gori cihên din du qat zêdetir e. Wexte xebatên paqijiyê didin destpêkirin jî zirarê didin xwezayê. Feydeya avê ya ji bo mirovan nayê fikirîn. Wexte kanalan vedikin, bi temamî di bin betonê de dihêlin û xwezayê qetil dikin."
'Li qadên leşkerî dar tên birîn'
Balcan derbirî ku bi taybetî li qadên leşkerî qetlîamek taybet a li hember xwezayê pêk tê û ev tişt gotin: "Nexwe di dema biryarê de gel agahdar nakin. Li van herêman dar tên birîn û gel jî agahdar nakin. Em ê demeke kurt de derbarê mijarê de rêzeçalakî li dar bixin."
'Bi komîsyonan xweza dê were parastin'
Balcan diyar kir ku wan meclisa xwe ya ekolojiyê nû avakirine û ji ber vê jî xebatên wan geştir nebûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê di demeke kurt de 9 komîsyon ava bikin. Komîsyonên av, ax, jin, ekolojî, nêpeqajiya hawayê, cotkarî, parastina xwezayê ji van komîsyonan in. Ev komîsyon dê rojên pêşiya me de xebatên berfireh bidin meşandin."
(sde-ao/gka/sy)