Krîza ji erdhejê ma zêdetir bû
ÎDRÎS SAYILGAN
WAN (DÎHA) - Konsepta şer a hikûmeta AKP'ê aboriya Wanê anî asta tunebûnê. Serokê WAN-TSO'yê Necdet Takva diyar kir ku ji 24'ê tîrmehê şerê ku dest pêkiriye heta niha li bajar 650 kargeh hatin girtin, bi girtina Deriyê Sînor ê Kapikoyê jî aborî gelek zirar dîtiye, krîza aborî ya ku piştî erdheja 2011'an bi pêvajoya aştiyê re ji bo ku derbas bikin gelek hêvîdar bûn lê bi pevçûnan re krîz bêhtir kur bû.
Konsepta şer a hikûmeta AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê xiste dewreyê aboriya Wanê anî asta tunebûnê. Piştî ku Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya li navçeya Serayê hate girtin jî bazirganiya bi Îranê de ji sedî 50 kêm bû. Bi şerê ku kete dewreyê ve li bajar 650 kargeh jî hatin girtin.
Serokê Odeya Bazirganî û Sanayî ya Wanê (VAN-TSO) Necdet Takva diyar kir ku piştî ku dewleta AKP'ê di 24'ê tîrmehê de li dijî çiyayê Qendîlê bombebaran da destpêkirin aboriya herêmê serobino bûyê heke pêvajoya pevçûnê berdewam bike bajarê Wanê ku di warê pêşketinê de di rêza 75'emîn de ye dê bêhtir paşde biçe.
Fikarên jiyanê zêde bû
Takva bilêv kir ku di 7'ê hezîranê de tabloyeke ku hêviyan dide mirovan derketiye holê lê bi orerasyonên ku hatine destpêkirin ve rewşekî berovajî vê yekê derketiye holê. Takva anî ziman ku hem esnaf hem jî bazirgan gelekî şikastine.
Deriyên sînor yek bi yek hatin girtin
Takva da zanîn ku krîza aborî ya ku piştî erdheja 2011'an bi destpêkirina pêvajıoya aştiyê ve hêviyên wan çêbû lê pêvajoya pevçûn3e ev krîz kurtir kir. Takva anî ziman ku pevçûn wekî hincet tê nîşandan û aboriya herêmê tê tecrîdkirin û wiha axivî: "Deriyê Sînor ê Esendereyê hate girtin û tenê ji bo çûn û hatine rêwiyan vekiriye. Deriyê Sînor ê Xabûrê hate girtin. Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya vedibe Îranê jî hate girtin. Ev hemû aboriyê tecrîd dikin. Sedem çi bin jîdivê ji holê bê rakirin. Em Nêzîkatiyên wekî din qebûl nakin."
'Bi vî rengî bidomê Wan dê paşdetir biçe'
Takva got ku Wan di warê aborî de bûye bajarekî dezavantaj e û ev tişt anî ziman: "Em di nava 81 bajaran de di warê pêşdeçûnê de di rêza 75'emîn de bû.Lê heke bi vî rengîberdewam bike dê bêhtir paşde biçe. Piştî erdhejê ji ber avahiyên TOKÎ'yê deyndariyekî mezin heye. Ev jî dibe sedem ku di aboriya Wanê de 8 milyon TL kêm bibe. Em ev tiştên ku ji ber pêkanînên TOKÎ' derketine holê rast nabînin."
(sa)