DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Xwe westand û hilberand

 
25 Kanûn
09:31 2015

BEDLÎS (DÎHA) - Welatiyê bi navê Veysel Dînçer ê li navçeya Xelatê ligel gotinên "li vir şîn nabe, xwe newestîne" dest bi çandiniya fistiqên ku li herêmê wekî ku dibêjin teqez şîn nabe kir û piştî 6 mehan beramberî yekî 20 encam wergirt.

Welatiyê bi navê Veysel Dînçer ê li taxa Kale ya navçeya Xelata Bedlîsê dijî li baxçeyê ber mala xwe fistiqê ku bêhtir li herêmên Deryaspî û Egeyê tê hilberandin çand. Dînçer ê ku mamosteyê cografyayê ye got ku fistiqên ku ji ber ax û awhewayê hema ku li herêmê şîn nabe beriya ku biçîne li derûdorê xwe şêwiriye û bi gotina "Li vir fistiq şîn nabe, xwe newestîne" ve rû bi rû maye lê wî dev ji vê daxwaza xwe bernedaye. Ligel hişyariyên Midûriyeta Çandiniyê ya Xelatê yên wekî "Ev nebat hez ji hewaya germ dike, awhewaya vê derê guncaw nîne, tu dê encamekî baş negirî" jî Dînçer fistiq çandiye û tiştekî yekem li navçeyê pêk anî.

Hilberîn gelek rehet e

Dînçer ê ku 10 kîlo tovên fistiqan ji Osmaniyeyê kiriyê di mena nîsanê de li baxçeyê xwe çandiye di dawiya 6 mehan de encam girtiye. Di dawiya meha mijdarê de 200 kîlo fistiq bi dest xistiye. Dînçer wiha got: "Di meha kanînû de me hilberîna xe kom kir. Ji beramberî yekî ke 20 encam wergirt. Hilberîna wî gelek rehet e. Em êsala bê bêhtir biçînin. Dîsa sûk pir zêdeyê û ji 8 TL'î tê firotin.

Ên ku gotin li vir nabe niha piroz dikin

Dînçen bilêv kir ku wî guh nedaye kesekî, bi keda bavê xwe û bawariyê bi ser ketiye. Dînçer anî ziman ku kesên jê re digotin li vir şîn nabe niha wî pîroz dikin. Dînçer destnîşan kir ku ji ber ku mamosteyê cografyayê ye eleqeya wî bi hemû mijarên têkîldarî cografyayê heye û wiha axivî: "Li Xelatê gelek nebat dikare bê hilberandin. Axa Xelatê ji bo vê guncaw e. Oîsa awhewaya herêmê li gorî salên borî bêhtir germ e heke baş avdanî bê kirin bêhtin dê encam bê girtin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN