Ked nexşan watedar dike
WAN (DÎHA) - Feyat Bozdogan ê ku motîfên dema Urartuyan li ser gerdanî û xişran dineqişînê diyar kir ku li kargehan bêyî ku kedê bidin xişran, bêyî ku wate bê dayîn tînin piyesayê û ev tişt got: "Ez bi keda desta xwe ve çêdikim û tiştê ku wateyê dide van berheman ayîdbûna vê herêmê ye modelên wan e."
Welatiyê bi navê Feyat Bozdogan ê ku li Wanê bi hunera destan ve mijul dibe, motîfên dema urartuyan li ser gerdanî û xişran dineqişînê. Bozdogan ê ku ev 6 salên dawî ne bi karê sewadê ve mijul dibe diyar kir ku ji bo hunerên ku winda bûne zindî bike hewl dide wiha axivî: "Dîrokeke gelekî kevn a hunera destna heye. Di demaurartuyan de di hunera destan de bi bronzê ve tişt hatine neqişandin. Kavê zîv a ku em wekî sewad bi nav dikin ji ber ku wê demê gelek kevir tunebûn zîvê bi sewad bi hevre kirine û karekî bi vi rengî derxistine holê. Wekî din jî komir xistine hundirê zêr û bi vî rengî kar derxistine holê."
'Hunerekî bi zehmet e'
Bozdogan diyar kir ku karê sewad ê bi li ser zîv gelekî zehmet e û ev agahî da: "Di hundirê sewadê de 3-4 pêkvedahî heye. Piştî vê pêkvedahiyê em şikl didin rûpiştê zîv, nexşên kevn û yên aydî herêmê derdixin. Piştî ku em şekl derdixin, şekl didin nexşeyan jî. Piştre jî bi sewadê ve li ser agir dikelînin. Berê ji bo biriqandina vê ji ber ku teknolojî tunebû bi donê duvik, cerm ve dihat dibiriqandin."
'Em bi keda dest ve dikin'
Bozdogan anî ziman ku di roja me de ji ber ku li kargehan bêyî ked xişr tên çêkirin, tê wate nayê dayîn di piyaseyê de tê firotin. Bozdogan wiha got: "Ez van tiştan bi keda destê xwe ve çêdikim û tişta ku wateyê dide van jî ayidbûna vî herêmê ye û modelên wan in."
(sa)