Şerê AKP'ê aboriya Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve dibe'
STENBOL (DÎHA) - Aborînas Gaye Yilmaz têkiliya şer û aboriyê nirxand û got barê şerê 30 salan a li ser aboriya Tirkiyeyê 1.2 trîlyon TL ye. Yilmaz derbarê konsepta şerê nû ya AKP'ê xistiye meriyetê jî hişyariyan kir û diyar kir ku şerê AKP'ê Tirkiyeyê ber bi hilweşîna aborî ve dibe.
Şerê ku hikumeta AKP'ê li Kurdistanê xiste meriyetê di serî de li Kurdistanê ji niha ve bandor li ser aboriya Tirkiyeyê jî dike. Aborînas Gaye Yilmaz rewşa aborî ya Tirkiyeyê û têkiliya tundî û aboriyê nirxand.
Yilmaz destnîşan kir ku, guherîna di aboriya Tirkiyeyê de bi taybet ji meha Gulana 2013'an pê ve destpê kiriye û balê kişand ku hikumeta AKP'ê di vê demê de tundiya li ser Kurd û bi giştî muxalîfên Tirkiyeyê zêde kiriye. Yilmaz têkiliya aborî û tundiyê jî nirxand û got "Aliyê tundiyê ku nayê zanîn, têkiliya wî ya bi aboriyê re ye. Dewlet dema bikeve nav tengasiya aboriyê yekser berê xwe dide amûra tundiyê. Tundiya dewletê û tundiya aboriyê mil bi mil dimeşe." Yilmaz got ku rewşa niha ya Tirkiyeyê jî bi vî rengî ye.
'Agahiyên ku dibêje aboriya Tirkiyeyê mezin dibe ne rast e'
Yilmaz bibîrxist ku Tirkiye daneyên xwe yên aboriyê ji rastiyê cûdatir nîşan dide û agahiyên ku dibêje aboriya Tirkiyeyê mezin dibe ne rast e. Yilmaz wiha berdewam kir: "Êdî li piyasayê pere nagere. Çek û senedên nayên dayîn hene lê tê gotin aboriya Tirkiyeyê ji sedî 4 mezin bûye. Nîvê mezinbûna ku tê destnîşankirin, ji sektorên derveyî hilberînê tê. Ev ne hilberîn e, aliyê bazirganî ya aboriyê ye."
'Kes razemeniyê nake'
Yilmaz diyar kir ku şerê ku hikumeta AKP'ê daye destpêkirin destpêkê di qada turîzmê de bandorên xwe nîşan daye û da zanîn ku tenê di meha borî de nêzî 1 mîlyar dolar pere ji Tirkiyeyê reviyaye û dê ev bileztir bibe. Yilmaz got ku "Tirkiye li ser axa xwe ketiye nav şer" û ji ber vê jî tu kes razemeniyê nake.
'Barê şerê 30 salan 1.2 trîlyon TL ye'
Yilmaz bilêvkir ku barê şerê 30 salan nêzî 300 mîlyar TL ye û dema ev reqem di çarçoveya aboriya makro de were nirxandin, bandora şer a li ser aboriya Tirkiyeyê 1.2 trîlyon TL ye. Yilmaz destnîşan kir ku dewlet hemû çavkaniyên xwe ji sanayiya parastinê re veqetandiye û ev jî dibe sedem ku para çîna karker û pereyê ji hilberînê re were veqetandin biçûk bibe.
Yilmaz herî dawî derbarê deklerasyona KCD'ê ya rêveberiya cewherî jî nirxandin kir û wiha got: "Rêveberiya cewherî dijberê stratejiya şer e." Yilmaz got ku bi modela rêveberiya cewherî re, modela civaka alternatîf, pergalên alternatîf ên aborî hin sîstematîk dibin.
(sy)