Tekstîlvanên Edeneyê ji ber şerê li Kurdistanê îflas dikin
EDENE (DÎHA) - Esnafên Tekstilê yên Edeneyê, şerê li Kurdistanê tê meşandin rexne kirin û diyar kirin ku ger şer wisa bidome dê îflas bikin. Esnafan, xwestin operasyonên îmhayê yên AKP'ê bi lezgîn rawestin û aştî pêş bikeve.
Şerê ku hikûmeta AKP'ê piştî 24'ê Pûşberê li Kurdistanê daye destpêkirin bandora xwe li ser esnafan jî dike. Esnafên ku ji ber şer nikarin malê xwe bifiroşin, hatin nokteya îflasê. Bi operasyonên îmhayê yên AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin re esnaf êdî nikarin mal bikirin û bifroşin. Li Edeneyê jî esnafên tekstîlê ku qumaş dişînin bajarên Kurdistanê êdî nikarin qumaş bifroşin. Esnafan xwest operasyona AKP'ê ya îmhayê bê rawestandin û aştiyê pêş bixin.
Nêzî 60 esnafên tekstîlê yên li Kolana Abidinpaşa ya Seyhana Edeneyê ku qumaş dişînin Kurdistan û Sûriyê êdî ji şer şerê heyî nikarin qumaş bifroşin.
'Esnafên herêmê tune bin, esnafên Çukurova dê îflas bikin'
Esnafê tekstîlê Mehmet Şirin Akın diyar kir ku ew qumaş difiroşe esnafên Sîlopî û Cizîrê û êdî ji ber êrîş û şerê heyî nikare qumaş bişîne. Akin, anî ziman ku ji ber dorpêça li Bajarên Kurdistanê, esnaf nikarin deynê xwe bidin û ew jî nikarin malê xwe bifiroşin. Akin, da zanîn ku hem esnafên Kurdistanê û hem ew di rewşek xerab dene û hatine nokteya îflasê û wiha got: "Ger ku esnafên herêmê tune bin, esnafên Çukurova dê îflas bikin û wiha got: "Weki her kesî ez jî vî şerî bêzar im. Em dixwazin demek berî demekê qedexeyên kolanan rabe. Ev şer û qedexe zerarê dide her kesî."
'Şer karê me jî radiwestîne'
Esnafê tekstîlê Mehmet Şirin Demir, jî anî ziman ku ew ji ber vî şerî bêzar in û wiha got: "Qedexeyên kolanan bandorê li ser karê wan jî dike. Ji ber şer û qedexeyên kolanan karê me jî rawestiya ye."
Esnafê tekstîlê Mehmet Yildiray jî anî ziman ku ji ber şer êdî nikarin qumaş bişînin Kurdistanê û nikarin deynê xwe bistînin. Yildiray anî destnîşan kir ku şerê Amedê , bandorê li ser esnafê Edene, Bursa û bajarên din jî dike.
'Esnaf îflas dikin'
Esnafê Tekstîlê Mehmet Demir jî da zanîn ku êdî kirîn û firotina wan rawestiya ye û ji ber şerê heyî esnaf îflas dikin. Em nikarin kar bikin û nikarin deynê xwe bidin."
(mae)