DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dê çîrokên kurdî ku bîra dîrokî ne winda nebin

 
4 Çile
09:04 2016

WAN (DÎHA) - Ji bo çîrokên Kurdî ku bîr û mîrateya bi hezaran salan a çanda Kurd digihîne roja me xebateke giranbuha hate destpêkirin. Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê ji bo komkirina çîrokên Kurdî dest bi xebatan kir û heya niha 16 çîrok hatine tomarkirin û nivîsandin.

Li Kurdistanê ku di nav çar netew-dewletan de hatiye parçekirin û polîtîkayên bişaftinê bênavber hatiye meşandin, qada herî zêde êrîş lê hatiye kirin jî qada çandê ye. Bi taybet wêjeya devkî ya Kurdan ku bîr û mîrateya bi hezaran salan gihandiye roja me, ji ber ku xebatên tomarkirinê têra xwe nehatiye kirin bûye para devê her 4 dewletan. Gelek çîrokên Kurdî jî ji Tirkî, Erebî û Farisî re hatiye wergerandin û wekî beşeke çanda wan netewan hatiye nîşandan.

Heya niha 16 çîrok hatine komkirin

Endamên Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê jî ji bo rê li ber bişaftin û diziyê bigirin û nirxên çanda Kurdî hinek be jî tomar bikin dest bi xebateke nû kirin. Xebatkarên saziyê, ji bo çîrokên kal û pîran tomar bikin dest bi xebata qadê kirin û ji îlona 2015'an heya niha gund bi gund, navçe bi navçe geriyan û gelek çîrokan qeyd kirin. Xebatkarên KURDÎ-DER'ê heya niha 16 çîrok tomar kirine û li gel deşîfrasyona wan ew nivîsandine. Xebatkarên saziyê dan zanîn ku dê pişt re van çîrokan di kovara ku difikirin çap bikin de biweşînin.

Dê rê li ber dizî û tunekirinê bigirin

Ji rêvebirên komelê Osman Koşut ku di nav vê xebatê de cih digire destnîşan kir ku polîtîkayên bişaftinê yên ji destpêka Komara Tirkiyeyê destpê kiriye heya niha berdewam dike. Koşut diyar kir ku armanca dizî an jî tunekirina çîrokan tunekirina bîra dîrokî ya Kurdistanê ye û ji ber vê yekê ew vê xebatê dimeşînin.

Koşut da zanîn ku gelek çîrokên Kurdî ji Tirkî re hatiye wergerandin û wiha pê de çû: "Me gelek çîrok bi Tirkî bihîst lê ev ji Kurdî hatine wergerandin. Çîroka Kela Dimdimê wergerandine Tirkî û wekî ku bi Tirkî be tê zanîn."

Koşut got ku dîroka gelê Kurd di çîrokan de veşartiye û xebata ku ew dimeşînin dê di pêşeroja gelê Kurd de xwedî cihekî girîng be. Koşut bang li herkesî kir ku xebatên çandî were xurtkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger em xwedî li çanda Kurdistanê dernekevin, emê wenda bibin."

(is/na/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN