Di 2015'an da 1730 karker bûn qurbanê kuştinên kar

5 Çile
14:09
2016
STENBOL (DÎHA) - Li gor daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran di 2015'an de herî kêm 1730 karker, di kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran ku toreke serbixwe ye û ji karker, karmend, malbatên karkeran, bijîşk, endezyar, akademîsyen, rojnamevan û hiqûqnasan pêk tê, daneyên meha kanûnê û yên sala 2015'an daxuyandin.
Li gor daneyên ku ji agahiyên çapemeniyê, agahiyên ji rêxistinên ked û pîşeyê û agahdarkirinên karker û xizmên karkeran hatine amadekirin, di nava sala borî de di kuştinên kar de herî kêm 1730 karker jiyana xwe ji dest dane.
(sy)