DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Di aşxaneya dîrokî de hilberîna tehînê tê kirin

 
16 Çile
09:12 2016

ŞERMÎN SOYDAN

COLEMÊRG (DÎHA)
- Li gundê Rondik a Çelê ya Colemêrgê li aşa dîrokî ku ji serdema ermenan maye gundî hilberîna tehînê dikin. Tehîna ku ji aliyê gundiyan ve bi awayekî komun tê hilberandin ji bajarên derveyî Colemêrgê re tê firotin.

Li gundê Rondik a Çelê ya Colemêrgê li aşa avê ya dîrokî ku ji serdema Ermeniyan maye gundê rojê 40 kîlo tehîna xwezayî hildiberînin. Di mehên havînê de genim û garis tê hêrandin û di zivistanê de jî hilberîna tehîn tê kirin. Hemû gundî bi awayekî komun hilberîna tehînê dikin. Her wiha ji gundên derdorê jî welatî kûnciyan tînin û tevli hilberînê dibin.

Bi behna xweş çêkirina bi zehmet

Amedekarina tehînê ku bi zehmetî tê çêkirin, di dema çêkirina wê de behna wê ya xweş hemû zehmetiyan ji holê radike. Kunciyên ku havînê hilberîna wê tê kirin, di destpêkê de ji bo ji qalikên xwe bên veqetandin 24 saetan di avê de tên rawestandin. Kunciyên ku tên şûştin di çewalekî de bi çov tê lêdan û ji qalik tê veqetandin. Kunciyên ku ji qalikên xwe tên veqetandin piştre jî di firinan de tên sorkirin. Piştî sorkirinê dixin aşa kevin û hilberîna wê tê bidestxistin.

Tenê ji derveyê bajêr re tê firotan

Di hilberîna tehînê de ku jin bi karên sorkirinê re eleqedar dibin, zilam jî li ser aşê radiwestin û tehîna ku tê hilberandin dixin nav bîdon û tenekeyan. Her wiha ev tehîn hilberîna ku tenê ji dervayê bajêr re tê firotin e.

'Tehîn ji gundiyan re dahutiyek zêde ye'

Emîne Olmez ku aşa dîrokî ya ji ermeniyan maye bi kar tîne, da zanîn ku ev aş nêzî 100 salî ye û wiha got: "Ev 40 sal in em tehînê çêdikin. Aşa ku ji dema Asûriyan maye ji aliyê gundiyan ve hatiye restorekirin û tê bikaranîn. Tehîna ku em kîloya wê bi 35 TL'yî difiroşin kiryarên wê zêde ne û ji bo me dahutiyek zêd ye."

(aw/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN