DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

‘Yên Palmîra tune kirin îro dixwazin Heskîfê wenda bikin'

 
31 Çile
09:04 2016

ÊLÎH (DÎHA) – Endamê Înîsîyatîfa Jiyandina Heskîfê Omer Faruk Akyuz bertek nîşanê pêşnûmeya veguhestina Heskîfê da û got ku dewlet ji Sûrê heya Heskîfê dixwaze cihên dîrokî vala bike. Akyuz anî ziman ku ew hişmendiya komkujiyên li ser çandê baş nas dikin û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê jî bajarê Palmîra ji holê rakir. Îro heman hişmendî bi destê dewletê Heskîfê winda dike. Yên Palmîra wenda kirin, îro dixwazin Heskîfê winda bikin.”

Hikumeta AKP’ê li aliyekî şer kûr dike li aliyê dîn jî bi qîrkirina çandî talanên xwe yê li ser Kurdistanê didomîne. Di çarçevoya polîtîkayên qîrkirina çandî ya hikumeta AKP’ê de di nava xirecîra şer de pêşnûmeya veguhestina Heskîfê ji Meclîsê hate derbas kirin. Zagona ji meclîsê derbas bûyî ji bo were erêkirin şandin ji Serokomar Erdogan re.

Endamê Înîsîyatîfa Jiyandina Heskîfê Omer Faruk Akyuz, bertek nîşanê zagona ji meclîsê derbas bûyî da û got ku Heskîf dîroka 12 hezar salan e û talankirina Heskîfê talankirina mirovahiyê û tewahiya çandê ye. Akyuz diyar kir ku Heskîf ji 10 pîvanên UNESCO’yê 9’an bi cîh tîne û got ku divê Wezareta Çandî li dijî vê zagonê derketiba.

‘8 meh in me gilî kiriye’

Akyuz anî ziman ku ji beriya niha jî tekîldarî barkirina Heskîfê ji aliyê dewletê ve giştîname hatî bû şandin û wiha axivî: “Ev giştîname, giştînameya sirgûnê bû. Me li ser giştînamê giliyê dadê kir lê ev 8 meh in pêşketin di doza ku hatî vekirin de çênebû.”

‘Dewlet pêşî dike pişt re derbasê qanûnê dike’

Akyuz dest nîşan kir ku dewlet jî zanî ku giştînameya wî ne huquqî ye û wiha berdewam kir: “Dewlet bêhiquqiyên xwe îro derbasê qanûnê dike. Ji xwe qanûnê de dibeje ku;‘Pêşbîniya herema ku Heskîf were barkirin.’ Wekî hê jî nehatiye barkirin pêşdibînin. Tû avahiyên fermî nemane. Hemû birin Hesfîka nû. Ev jî nîşan dide dewlet tiştên dixwaze derbasê jiyanê dike û piştre derbasê qanûnê dike.”

'Raporên berevajî hatin amade kirin'

Akyuz bi lêv kir ku ew kiryarên dewletê gihiştîne û axaftina xwe wiha domand: “Di avakirina hemû bendavan de rapora ‘Bandora xwezayê’ pêwîst e. Lê ji bendawa Ilisuyê re ev rapor nehat amadekirin. Dema me derbarê çêkirina raporê de doz vekir, demildest raporek berevajî derxistin.”

‘Îro li Sûrê heman polîtîka pêk tînin’

Akyuz dest nîşan kir ku dewlet îro gelê hatî sirgun kirin carek dîn sirgun dike û wiha got: “Îro li Surê heman polîtîka pêk tînin. Dixwazin warên dîrokî yên Kurdistanê vala bikin. Lê yê herî şênber talankirina Heskîfê ye. Bi wan polîtîkayan çanda gelê kurd tê winda kirin û dîroka gelê kurd bi van polîtîkayan re tê tûne kirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê wisa pêk tê.”

‘Çeteyên DAÎŞ’ê jî Palmîra ji holê rakir’

Akyuz anî ziman ku ew hişmendiya komkujiyên li ser çandê baş nas dikin û wiha pê de çû: “Çeteyên DAÎŞ’ê jî bajarê Palmîra ji holê rakir. Îro heman hişmendî bi destê dewletê Heskîfê winda dike. Yên Palmîra winda kirî, îro dixwaze Heskîfê winda bike. Tû cûdahî di navbera wan de tûne.”

‘Em ê heya dawiyê li berxwe bidin’

Akyuz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me heya îro li ber xwe da, em ê ji vê rojê şûnde jî li ber xwe bidin. Ji bo tûnekirina polîtîkayên qîrkirinê ya li ser Heskîfê em ê heya dawiyê li berxwe bidin.”

(ozp/sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN