Parazvanên jiyanê: Bila Heskîf neyê veguhastin, bê parastin
STENBOL (DÎHA) - Bajarê dîrokê Heskîf a ku dê bi bendava Ilisuyê ve di bin avê de bîmine û ji bo veguhestina warê dîrokî qanûn ji meclîsê jî hate derbaskirini, parasvanên jijayê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku divê Heskîf li şûna ku bê veguhastin divê bê parastin.
Ji ber bendava Ilisuyê ku li Êlihê tê çêkirin di serî de bajarê dîrokê Heskîf, bi dehan gundên li geliyê Dîcleyê di bin avê de bimînin. Ji ber vê yekê jî veguhastina Heskîfê di rojevê de ye, bi vî armancê hefteya borî li Qanûna Baca Dahatuyê û Pêşnûmeya di Guhertina hin Qanûnan de torbeyek hate zêdekirin. Bi vî qanûnê ve zemîna qanûnî ya ji bo veguhastina Heskîfê hate amadekirin. Parazvanên mafên jiyanê jî li hemberî veguhastina Heskîfê ne û dixwazin bê parastin.
Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê yê Stenbolê Cemal Gokçe diyar kir ku warên dîrokî di heman demê de hefizeyên civakan jî pêk tîne û nirxandina "divê ev cih bên parastin" kir. Gokçe destnîşan kir ku biryara veguhastina Heskîfê li hemberî civak û xwezayê neheqiyek e, di warê teknîkî de bê veguhastin jî dema ku mirov li nirxên exlaqî û etîk dinêre Heskîf nikare bê veguhastin û wiha axivî: "Ez veguhastina Heskîfê rast nabînim. Heyf e. Hêviya min ew e ku di dema kin de ji vî şaşîtiyê vegerin."
'Heke li ciheke din bûya dê bihata parastin'
Li gorî parazvanên jiyanê Balaban Gîrît jî anî ziman ku projeya veguhastina Heskîfê hem jî gelê li herêmê dijî hem jî ji bo xwezayê nerast e. Gîrît ê pirsa "Li şûna ku hûn Heskîfê biparêzin çima vediguhastin. An jî desturê didin ku di bin avê de bimîne" kir got ku heke li ciheke din ê cihanê bûya Heskîf tê teqz bihata parastin. Gîrît anî ziman ku berhemên dîrokî qadên ku di vê ewil bên parastin in.
'Divê bê rawestandin'
Seroka Komeleya Xwezayê Tugba Kiliç jî destnîşan kir ku gundiyên ku li dora Heskîfê dijîn mecbûr tên hiştin ku koçber bibin ev yek jî li dijî mafên mirovan e. Kiliç bilêv kir ku bi sedan kes mecbûr tên hiştin ku ji cih û warên bav û kalên xwe bên koçberkirin, wekî Komeleya Xwezayê ji bo Heskîf neyê veguhastin dê têkoşîna xwe bidomînin. Kiliç banga "Heskîfê biparêzin" li rayedaran kir got ku divê Projeya Ilisuyê jî di demeke kin de bê rawestandin.
'We Allioni tune kir hûn nikarin Heskîfî tune bikin'
Berdevkê Lijneya Parastina Munzurê Hasan Şen jî derbirî ku xetereya tunekirina Heskîfê nîşaneya bêperwabûna sermayeyê ye, li Sûrê û gelek navêndên Kurdistanê ekolojî tê xirakirin. Şen ê nirxandina "Jinûve veguhastina Heskîfê di esasê xwe de veguhastina nirxên Anatolyayê ne" kir anî ziman ku divê di serî de ji bo Heskîfê, ji bo hemî cihên di bin xetereyê de ne gelên Tirkiyeyê têbikoşin. Şen ê ku bi gotina "Allionu dîrokî tune kirin lê em ê desturê nedin ku Heskîf bê tunekirin" nerazîbûna xwe anî ziman herî dawî ev tişt anî ziman: Ev îxtidar buhayê her tiştî dizane, lê nirxê wî nizane. Bi firotina hemû tiştan ve dixwazin gel bêdîrok, bêxweza û bê befize bêhêlin. Tekane derdê wan heye ew jî pere ye. Divê em li dijî porjeyên xirakirinê yên îxtidarê têkoşîna hevpar bimeşînin."
(sa)