'Butçeya AKP'ê butçeya şer e'
ÎZMÎR (DÎHA) - Kedkaran li dijî hikûmeta AKP'ê ku di hevdîtinên butçeyê de para herî mezin ji bo "ewlehiyê" veqetandiye nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku butçeya 2016'an butçeya şer e û fatureya vê yekê jî ji kedkaran re tê derxistin.
Di hevdîtinên butçeyê ya 2016'an li Komîsyana Butçe Planê ya Meclîsê dest pê kir. Hikûmeta AKP'ê ji bo saziyên "ewlehiyê" bi 76 milyar û 654 milyon û 303 TL ve para herî zêde veqetand. Kedkarên ku butçeya AKP'ê ya amade kiriye nirxandin diyar kirin ku butçeya 2016'an butçeya şer e.
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê yên Îzmîrê Bahrî Akkan diyar kir ku butçeya 2016'an ne li gorî sozên ku AKP'ê beriya hilbijartinan daye nîne û butçeya "şer û razemeniyên olî ye." Akkan destnîşan kir ku ji bo ku qesrê bikin tekane serdestê welat butçe hatiye amadekirin, para herî mezin jî ji bo diravdaniya veşartî hatiye veqetandin û ji bo Diyanetê jî qasî butçeya perwerdehiyê hatine veqetandin.
Akkan bilêv kir ku yek ji rojeva Lijneya Serokên Egîtîm Sen'ê dê butçeya 2016'an be û wiha axivî: "Diravdaniyê ku ji bo şer û parastinê hatiye veqetandin hatine zêdekirin, dîsa ji bo Diyanetê jî hema bibêje qasî perwerdehiyê par hatiye veqetandin, ev butçe ne butçeya kedkaran e. Ji ber vê yekê jî nepêkan e ku kedkar vê yekê qebûl bikin."
'Ji perwerdehiyê re kêm ji şer re zêde par'
Serokê Egîtîm Sen'ê ya Şaxa Hejmar 2 Hasan Alî Kiliç jî got ku AKP di îxtidara xwe ya 13 salan de nêzîkatiyekî ne alîgirê kedkaran bû alîgirê sermayeyê bû û di hevdîtinên TÎS'ê de jî bi destê Memûr San'ê ve di çarçaveya pêşdîtina îxtidara siyasî polîtîka hatiye afirandin.
Kiliç bilê kid tu di çarçoveya hesabên îxtidara siyasî de dema ku mirov li butçeye 2016'an dinêre para ku ji bo perwerdehî û tenduristiyê hatiye veqetandin tê dîtin ku ji bo şer parekî çiqas mezin hatiye veqetandin.
'Faturaya şer ji kedkaran re tê derxistin'
Kiliç bilêv kir ku ji van lêçûnan yek jî diravdaniya veşartiye û para ku ji bo şer tê veqetandin yek aliyekî tê dîtin heye yek jî nayê dîtin heye. Kiliç bilêv kir ku şer her diçe dijwar dibe û wiha axivî: "Ev şer li gorî berjewendiyên gelê Tirkiyeyê ye ne jî li gorî berjewendiyên kedkaran e. Axaftina kurdan bi zimanê xwe yên dayikê, girtina mefên xwe yên demokratîk girîng e. Çawa mirovên li Tirkiyeyê berjewendî û mafên xwe diparêzin, kurd jî dixwazin xwe îfade bikin. GelêTirkiyeyê û kedkar jî alîgirên şer nînin. Ji ber vê yekê em kedkar jî divê alîgirên aştiyê bin. Faturaya ji me kedkaran re derdixin."
(sa)