'Em bi butçeya dijminê karker û gel re rû bi rû ne'
STENBOL (DÎHA) - Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Stenbolê Levent Dolek, diyar kir ku amadekariyek giştî ya şer heye û dê însiyatifa MÎT'ê ya li Kurdistanê û Sûriyê zêde bibe. Dolek, destnîşan kir ku butçeya nû dê li ser pişta karker û kedkaran bibe barê bacê û wiha got: "Em bi butçeya dijminê karker û gel re rû bi rû ne."
Şerê hikûmeta AKP'ê yê li Kurdistanê didome. Li aliyê din AKP dixwaze bi butçeya nû lêçûna şer ji berîka gel û karkeran derxe. Amadekariyên butçeya 2016'an li Komîsyona Plana Butçeyê ya Meclîsê dest pê kir. Di plana butçeyê de 76 milyar û 654 milyon û 303 hezar para ku wekî "Heqê Şêr" bi nav dikin ji saziyên "ewlehiyê" re veqetand. Hevdîtinên Butçeyê dê heta 13'ê Sibatê berdewam bike. Têkildarî mijarê Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Stenbolê Levent Dolek, diyar kir ku amadekariyek giştî ya şer heye û dê însiyatifa MÎT'ê ya li Kurdistanê û Sûriyê zêde bibe. Dolek, destnîşan kir ku butceya nû dê li ser pişta karker û kedkaran bibe barê bacê û wiha got: "Em bi butçeya dijminê karker û gel re rû bi rû ne."
Dolek, destnîşan kir ku sala par milyarek û 108 milyon TL ji Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) re hatibû qetandin û îsal derxistin milyarek û 636 milyon TL'yê. Dolek, anî ziman ku îsal li gorî sala par ji sedî 46 zêde bûye û înîsiyatifa MÎT'ê dê ne tenê li Tirkiye li Sûreyê jî zêde bibe. Dolek, anî ziman ku sala par ji bilî "pereyê veşarî (ortulu odenek) 397 milyon TL butçe ji Serokomar re hat qetandin û di butçeya 2016'an de 434 milyon û 96 hezar TL hatkiye veqetandin.
Dolek, destnîşan kir ku ev pereyê veşartî nayê kontrolkirin û dibe ku di qada leşkerî de jî bê bikaranîn û wiha got: "Ji tîmên Esadullahê bigire heta gelek çeteyan wekî li cem dewletê xwe nîşan didin. Em nizanin çawa piştgiriyê didin van yekîneyên mafyayan."
'Perwerde kirine qada bazirganiyê'
Dolek, bibîrxist ku hikûmet bi çavê bazirganiyê li qada tenduristî û perwerdehiyê dinere û li gorî wê butçeyê jêre diqetîne.
'Gel jî û Koç jî dema nan distînin heman bacê didin'
Dolek, daxuyand ku Tirkiye ji aliyê hikûmetên sermayeyê ve tê birêve birin û hemû lêçûnên Tirkiye bi bacan ji gel û karkeran tê stendin. Dolek, destnîşan kir ku li Tirkiye bêedaletiya bacê heye û gel jî û Sabanci û Koç jî dema nan distînin heman bacê didin û wiha got: "Hikûmet baja 1300 TL dîsa ji karkeran distîne. Her çend bêje meaşên karkeran derxist hezar û 300 TL jî dîsa vî pereyî ji karkeran distîne. Dewlet hemû bacê ji pişta karker û kedkaran distîne. Hemû baca Tirkiye li ser pişta karker û karkeran e. Em niha bi butçeya dijminê karker û kedkaran re rû bi rû ne."
(mae)