DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

KCD: Em ê sîstema xwe ya aboriyê ava bikin

 
6 Sibat
13:45 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di koxebata "Aboriya herêmî" de axivî bal kişand li ser tespîtên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkîldarî aboriyê nirxandina "tu sîstem bêyî ku aboriya xwe ava bike nikare bi ser piyan bisekine" kir anî ziman ku başe harê girîng a xwesira demokratîk rêxistinbûn e. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku ew ê aboriya Kurdistanê ava bikin û nirxandina "Em ê li dijî kapîtalîzmê aboriya komunal ava bikin" kir.

Komîsyona Aboriyê ya Kongreya Civaaka Demokratîk (KCD) komxebata "Aboriya herêmî" li dar xist. Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle tevli komxebata li Salona Konferansê ya Şaredariya Rezan bûn. Li salonê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 jinên kurd ên ku Sîlopiyê hatin qetilkirin, pankarta "Em ax, av û enerjiya xwe dikin komun" hatin lidarxistin. Ewil Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û bal kişand li ser qatlîamên ku li Cizîr û Sûrê bi destê dewletê ve tên kirin, lê ligel hemû êrîşan dê berxwedana gel bi ser keve.

'Ji bo serkefkira berxwedanê înşaya jiyaneke nû pêwîst e'

Irmak destnîşan kir ku ji bo ku berxwedan bi ser keve divê jiyanekî nû bê înşakirin û wiha axivî: "Li hemberî gelê kurd hovîtiya ku tê meşandin ji aliyê hemû kesan ve tê dîtin. Dİ şer de jî hiqûq heye lê îro li vin bêhiqûqiyekî per mezin heye. Em her roj bi trajediyan hişyar dibin. Ev konferans parçeyekî berxwedanê ye. Xeyala Kurdistanê li çiya hate derbaskirin. Îro li Kurdistanê piştî koçberiyan jiyaneke nû tê înşakirin. Li Sûr û Cizîrê zarokên kurd li ber xwe didin. Kurd dê jiyaneke çawa bijîn nîqaş dikin. Jiyan li her derê bi berxwedanê didome."

'Dewlet li ser rant û kapîtalîzmê xwe dide jiyandin'

Irmak bilêv kir ku di nava gel de aboriya komunal tê esasgirtin û wiha berdewam kir: "Em jiyana komunal a demên borî dixwazin derbasî jiyanê bikin. Bihevrêbûna xweza û civakê tu dewlet nikarin asteng bikin. Dewlet dixwazin li ser kapîtalîzm û rantê xwe bidin jiyandin. Her çandê xwe li ser axa Rojhilata Navîn daye jiyandin û xwe parastine. Tu kes nikarin li axa Kurdistanê bi polîtîkaya eciqandinê nêzî hev nebûne. Ji ber vê yekê em dixwazinv egerin demên barê."


Ormak a ku gotineke kurdan a "bermalî" bi bîr xist û got ku ev gotin tê wateya jiyan ku aboriya malê dide meşandin. Irmak bilêv kir ku niha aboriya malê wekî zilam bê zanîn jî bermal jin in, jin û aborî berdewama hev in û hevdu temam dikin.

Irmak herî dawî nirxandina "Em ê li dijî kapîtalîzmê çawa şer bikin divê em vî nîqaş bikin. Em ancax dikarin bi rêxistinbûnê kapîtalîzmê têk bibin. Divê em aboriya Kurdistanê ava bikin. Hemû kesan xwestine xwe li ser kapîtalîzmê bidin jiyandin lê em ê li dijî kapîtalîzmê aboriya komunal ava bikin. Di vî noqteyê de birêz Ocalan di gelek rê nîşan daye. Divê di warê aboriya komunal de em civakî qanî bikin. Dibe ku em ji holê ranekin lê dikarin veguherînin."

'Tu sîstem bêyî aboriya xwe înşa bike nikare li ser piyan bimîne'

Piştre jî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle axivî û got ku ew bi hovîtiyekî mezin re rû bi rû ne. Dicle ev tişt anî ziman: "Aborî jî aliyek e ji ber vê yekê jî ez spasiyên xwe li komîsyona ku em di bin dengê bombeyan de anî cem hev dikim. Rojhilata Navîn qada ku yekem car jiyana komunal hate înşakirin e. Lê niha bi paşvehiştinê ve kirine dojeh. Kurdistan anîne rewşekî nikare bê jiyankirin. Beşa aborî ya xweseriya demokratîk girîng e. Tu sistem bêyî ku sîstema xwe ya aboriyê ava bikin nikarin xwe li ser piyan bigirin. Birêz Ocalan xweseriya demokratîk di aliyê aborî de jî ava kiriye."

Dicle wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dizanin ku rêberê me sosyalîzma reel çawa pênase kiriye. Nêzîkatiya mulk, qebûlkirina mulk lê li dijî têkelbûnê sekinandin. Bi sînorkirina kapîtalîzmê di aboriya komunal de esas e. Biçûkirina dewletê, sînorkirina kapîtalîzmê esas e."

'Aliyê herî girîng ê xweseriya demokratîk rêxistinbûn e'


Dîcle bilêv kir ku di xweseriya demokratîk de çandinî tê esasgirtin, ji ber ku axa Mezopotamyayê gelek bi bereket e çandinî hateye esasgirtin. Dîcle yê ku li ser beşên çandiyê sekînî wiha got: "Çandiniye organîk; cografyaya Kurdistanê ji bo sewalkarî, mêşvanî û masîvaniyê guncaw e. Bi vegera gundên ku di salên 90'an de hatine valakirin ve çandinî, çandiniya organîk dikare bê kirin. Di xweseriya demokratîk de aliyê herî girîng rêxistinbûn e. Zêdekirina kooperatîfan girîng e. Em çawa li dijî polîtîkayên bendavê ne, li dijî enerjiyên ku zirarê didin xwezayê ne jî."

Piştî axaftinan komxebatê bi çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN