DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Serokê OSB'yê Wanê Bozkurt: Hilberîn hate asta sekinandinê

 
14 Sibat
09:27 2016

WAN (DÎHA) - Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Wanê Şemsettîn Bozkurt diyar kir ku Herêma Sanayiya Organzeyê ya Wanê ku wekî navenda hilberînê tê binavkirin ji ber qatlîam û dorpêçên li Kurdistanê hatiye asta ku hilberîn nayê kirin. Bozkurt got ku pirsgirêka kurd bi qatlîam û dorpêçan re nayê çareserkirin û nirxandina "Li Tirkiyeyê di Qanûna Esasî de divê mafên kurdan ên ji zayînê tê yên wekî nasname û çandî bê misogerkirin û rewşa pevçûn û şîdetê ji holê bê rakirin" kir.

Bajarê Wanê ku piştî erheja 23'ê Cotmeha 2011'an aboriya wî ket asta herî jêr, Herêma Sanayiya Organzeyê ya Wanê (OSB)a ku wekî navenda hilberînê tê binavkirin ji ber qatlîam û dorpêçan hate rewşa ku hilberîn êdî nikare bê kirin. Serokê Lijneya Rêveber a OSB'ê Şemşettîn Bozkurt diyar kir ku tişta ku herî zêde bandorê li ser pêşketina aboriyê dike aştî ye û bal kişand li ser salên 2013-2015'an. Bozkurt destnîşan kir ku piştî erheja 2011'an pêvajoya nû ya di 2013'an de dest pê kir ve aboriya Wanê ji sedî 50 mezin bû.

Pêvajo bi dawî bû mexdûrbûnê jî dest pê kir

Bozkurt da zanîn ku organîze sanayê 12 kîlometre dûrî bajar e ji 5 etaban pêk tê li ser 510 hektar eraziyê hilberîn berdewam dike, li 150 kargehan 6 hezar karker tê îstihdamkirin. Bozkurt wiha berdewam kir: "Ji ber ku Herêma Sanayî ya Organîzeyê navenda hilberînê ye ancax dikare di şert û mercên aştî, aramî û ewlehiyê de pêş bikeve. Ev bi awayeke şenber di pêvajoya çaraseriyê ya ku di 2013'an û 2015'an de hate dîtin û ji sedî 50 pêşketin, mezin bûn çêbû. Piştî ku pêvoja aştiyê bi dawî bû hilberînerên Wanê gelekî mexdûr bûn."

'Em hatin rewşekî ku nikarin tiştekî bikirin'

Bozkurt derbirî ku piştî ku AKP pêvajoya pevçûnê da destpêkirin gelek kargeh hatin girtin û wiha berdewam kir: "Girêdayî vê yekê jî tiştên em li herêmê hildiberînin beramberî vê yekê senet û çekên ku em digirin ji aliyê xwediyê madeyan ve nayê qebûlkirin. An temînat tê xwestin an jî bi rêbaza deyndariyê ji bankeyê temînat tê xwestin û dema ku em pere dixwazin jî nikarin tiştekî bikirin."

Me ne dest bedena xwe kir bin kevir lê...

Bozkurt bilêv kir ku aboriya Wanê wekî ku di sekratê de ye wekî hilberîner ji pêvajoyê gelek binbandor bûye, ew ji sazî û dezgehên ku ji bajar in dixwazin ji helberînên Herêma Sanayî û Organîzeyê bi kar bînin û wiha pêdeçû: "Li bajar ji bo ku betalî ji holê bê rakirin me ne dest bedena xwe kir bin kevir Ev der pişika me ye û divê hemû kes xwedîlêderkevin."

'Divê mafên kurdan ên bi qanûna esasî ve bê misogerkirin'

Bozkurt a ku nirxandina "Divê ji rêbazên ku bi salan e hatine bikaranîn bên berdan" kir anî ziman ku pirsgirêka kurd bi qatlîam û dorpêçan ve nayê çareserkirin. Bozkurt ev tişt anî ziman: "Em di merhaleya ku pirsgirêka ku dê nikaribe bê çareserkirinê de nînin. Êdî em di serdema ku çek bibe bersiv de nînin." Bozkurt bang li hilberîner û siyasetmedarîn li Tirkiyeyê jî kir û wiha got: "Li Tirkiyeyê divê bi qanûnekî esasî ya nû ve mafên kurdan ên ji zayînê tên yên wekî nasname û çandê bê misogerkirin, ji bo şîdet û pevçûn ji holê bê rakirin siyaset bê xurtkirin. HDP derxistina derveyî siyasetê ve pirsgirêk nayên çareserkirin. Di pêvajoya ku can tên windakirin de mirov nikare qala aborî û betaliyê bike. Ji ber vê yekê jî divê dest ji tetîkê bên kişandin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN