Li Dersimê ji bo betalkirina projeyên bendav û HES'an serlêdan
 
								
							25 Sibat
									
										11:51
										2016
									
								DERSIM (DÎHA) - Ji bo projeyên bendav û HES'ên ku têne plankirin li Geliyê Munzurê were çêkirin ji Miduriyeta Bajarvanî û Hawîrdorê ya Bajêr û Walitîyê serlêdana betalkirinê hate kirin. 
Şaredariya Dersimê, parêzer û parazvanên xwezayê, ji bo biryara îmarê ya ji Bendava Konaktepe û Konaktepe HES-1 û HES-2 re hatiye dayîn were betalkirin, serî li 
Miduriyeta Bajarvanî û Hawîrdorê ya Bajêr û Walitîyê dan. 
Heger serlêdana îtîrazê neyê qebûl kirin dê mijar biçe darazê. 
(sy)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							