Çandiniya petêxan li Çukurovayê dest pê kir
EDENE (DÎHA) - Li herêma Çukurovayê çandiniya petêxan dest pê kir. Rençberên serayan diyar kirin ku ew wekî çavê xwe li çandiniyê dinerin û wan mezin dikin.
Bi hatina baharê re çandiniya teamên demsala havînê jî dest pê kir. Piştî hewa germ bû, rençber û çotkarên Serayan dest bi çandiniya teamên Serayê kirin. Rençberên ku petêxan diçînin, dest bi çandiniye kirin. Çandiniya ku di ewila meha Adarê de dest pê dike piştî kedek zede û sebrek mezin digêje. Welatî ji bo li dijî zermayê lem û şitlên petexên biparêzin, li laylonên tuqadî wan diparêzin. Piştî germaya hewayê derbasî ser 20 dereceyan bû, derî û camên serayê tê vekirin û hewayê distîne. Di 2 mehan de şitl û lem mezin dibin. Di vê demê de karê çape, gubre, avdaniyê dikin. Di serayên navçeya Karataşê de herî zêde jin dixebitin û kedek mezin didin. Karkera serayê Nebi Aslanhan nêzî 15 salin karê serayê dike û kedek mezin dide. Her çend zor û zahmetiyên mezin bikişîne jî bi hezkirin û dildarî vî karî dike. Nebi Aslanhan, dema petêxan diçîne û mezin dike wekî zarokê xwe mezin bike bi hezkirin û baldarî eleqeder dibe. Aslanhan, diyar kir ku nêzî 70 karker di van serayan de dixebitin û hemû karên avdanî, gubre eşêf û karê din dikin. Aslanhan, anî ziman ku ew bi rojhilat re dest bi kar dikin û bi rojava re dest ji kar berdidin.
Aslanhan, destnîşan kir ku dema lemê petêxan pir mezin dibin û hewa pir germ dibe bi temamî naylonê radikin û dest bi komkirina petêxan dikin.
(mae)