Esnafên Kizilayê: Bila êdî aştî pêk bê
ENQERE (DÎHA) - Li Enqereyê di demên dawî de ji ber bombeyên ku diteqin kolanên Kizilayê bi fikar û tirsa ewlehiyê wekî bûne kolanên xeyalet. Esnafên ku ji ber ku nikarin kar bikin hatibe ber îflasê tekane daxwaza wan e ku hikûmet vegere maseya aştiyê.
Li Enqereyê di nava 6 mehên dawî de 3 êrîşên bombeyî çêbûn, navendên bajar ên ku herî zêde di hemû saetên roj3e te tijî ne êdî vala ne. Ji ber ku welatiyên Enqereyê bi fikar û tirsa ewlehiyê newêrin derkevin derve li Kizilayê bi taybetî ev yek bandorê li ser esnafan dike. Esnafên ku êdî nikarin kar bikin diyar kirin ku hatine ber îflasê û ji ber vê yekê bi gazinc in.
'Mirov êdî ji hev ditirsin'
Welatiyê bi navê Erkal Yucel ê ku li kolana Konurê ku yek ji cihên çûn û hatin pir zêde ye esnaf e diyar kir ku êdî mirov hatine asta ku ji hev bitirsin. Yucel bilêv kir ku li kolanan aramî nemaye û hatine aste ku nikarin kar bikin li ligel vê yekê jî tenê derdê wan qezenckirina pere nîne, ew ji ber jiyana mirovan bi fikar in.
'Berpirsyarên van bûyeran hikûmeta ku mase xira kir e'
Li gorî Yucel mirov ji ber tirsa canê xwe nikarin derkevin derve, di atmosfera ku her roj mirov jiyana xwe ji dest didin de berpirsyar polîtîkayên hikûmetê yên şer û di israrkirina vê yekê de ye.
Yucel bi gotina "Tiştekî ku wekî maseya muzakereyê nema, ji devê hikûmetê ji ber ku gotina aştiyê kêm bû welat vegeriya qada şer" nerazîbûna xwe anî ziman ev bangawazî kir: "Em dixwazin careke din pêvajoya aştiyê dest pê bike û hikûmet vegere li maseya aştiyê ya ku nîco ma. Em dixwazin aştî bê welatê me. Em dev jî bangawaziya aştiyê bernadin. Heta ku em dev jê bernedin jî dê aştiyê qebûl bikin."
'Karkeran derdixin'
Li kolana Konurê esnafekî din ê bi navê Mehmet Ugur jî destnîşan kir ku piştî teqînan êdî esnaf nikare kirayên xwe jî bide ji ber vê yekê jî karkeran ji derdixin. Li gorî Ugur tekane riya aramî û ewlehiyê, bêtirs jiyankirinê careke din destpêkirina pêvajoya aştiyê derbas dibe.
'Ewil aştî piştre îstikrar'
Ugur ê ku ji ber vê yekê ji bo aştiyê bangawazî kir wiha axivî: "Em wekî esnaf dixwazin aştî û aramî bê welat. îstikrar tuneye. Ewil divê eştî pêk bê piştre jî dê istikrar bê. Divê hikûmet di demeke kin de vegere pêvajoya aştiyê. Em alîgirên vê yekê ne."
'Israrkirina di şer de dê ji gelek texrîbatan re rê veke'
Esnafê bi navê Tarik Demîr jî bi rewşa şer ve esnafên ku rewşa wan ne baş e êdî gelek zehmetiyan dikişîne û ev tişt anî ziman: "Tê xuyakirin ku rewşa hikûmetê ya di şer de israr dike di rojên pêş de jî xwe nîşan bide. Divê di demeke kin de ev şer bê rawestandin. Heke ev şer neşê rawestandin di civakê di bibe sedema gelek texrîbatan."
'Ne bi teqînê be destên dewletê ve mirov hatin qetilkirin'
Esnafê bi navê Ersan Akkaya jî ev tişt anî ziman: "Hikûmeta ku xwest bi tena serê xwe bibe îxtidar, berpirsyarên li ser kar disekinin. Ne tenê bi teqînê bi destên dewletê ev mirov hatin qetilkirin. Ji esnafê heta muzîkjenên li kolanan, ji îşportakaran heta bufevanan hemû kes tunekirin."
'Em nikarin kirê bidin, dewlet baca xwe digire'
Esnafekî din ê bi navê Îbrahîm Ozturk jî destnîşan kir ku ji ber ku nikarin kar bikin mehaneyên xebatkarên xwe jî bidin. Ozturk da zanîn ku ji ber vê yekê ji 8 xebatkarên xwe mecbûr meya 4 kesan ji kar derxîne. Ozturk li hembrî rewşê nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Em nikarin kiraye xwe jî bidin. Lê dewlet bacên xwe digire. Dîsa pereyê Sîforteyê jî digire. Dema ku nikarin bidin jî dê îcrayê bişînin. Dewlet dibêje kredî lê tiştekî wisa nîne . Tişta ku dibe zirarê dide civakê."
(sa)