DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Sê alî av e lê Semsûr bêav e!

 
24 Adar
09:03 2016

SEMSÛR (DÎHA) - Li gel ku ji aliyê avhewa û çandiniyê ve xwedî gelek şert û mercên guncav e jî karên çandinî û sewalkariyê her ku diçe li Semsûrê dimire. Tevî ku sê aliyê bajêr av e jî Semsûr ji avê bêpar e û cotkar nikarin çandiniya biav bikin.

Yek ji bajarên Kurdistanê ku bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike jî Semsûr e. Li gel ku bajar li ber Bendava Ataturkê ye jî axa Semsûrê ji avê re hesret e û çandiniya bêav êdî cotkaran têr nake. Têkîldarê mijarê Nûnerê Bajêr ê Tarim Orkam Senê Yusuf Demîrcî destnîşan kir ku tevî ku ewqas nêzî çavkaniyên avê ye Semsûr ji avê bêpar dimîne û ji ber vê yekê jî Semsûrî li gel malbatên xwe di hin demsalan de diçin li bajarên wek Edene, Meletî, Sêwaz û Qeyseriyê karkeriyê dikin.

Av heye lê nikarin bigirin

Demîrcî anî ziman ku cotkar bi çandiniya bêav titûnê diçine lê ji ber kotayan titûn di destê cotkaran de dimîne û zirarê dike. Demîrcî wiha axivî: "Sê aliyê Semsûrê av e. Lê Semsûr nikare sûdê ji vê avê bigire. Welatiyên ku dixwazin bi pergala pompayê avê bigirin jî ji ber lêçûnan nikarin avê bikirin. Li hin herêman cotkar hewl didin ku bi bîran çandiniya biav bikin lê ji ber buhayên enerjiyê nikarin çandiniya biav bikin."

'Berhem di dest de dimîne'

Demîrcî destnîşan kir ku Semsûr ji aliyê avhewa û çandiniyê ve di nav 3 herêman de herêma derbasbûnê ye û eger piştevanî were kirin dikare her cûre berhem were çandin. Demîrcî her wiha da zanîn ku li hin navçeyan jî arûng, bihîv û zeytûn tê çandin lê ji ber polîtîkayên şaş ên buhayê ev berhem jî di dest de dimîne.

'Malbatên mezin ji alikariyê para mezin digirin'

Demîrcî diyar kir ku di alikariya cotkaran de jî bêedaletî heye û wiha berdewam kir: "Di alikariyê de, firehiya zeviyên çandiniyê li ber çav tê girtin. Ji ber vê yekê malbatên ku xwedî zeviyên fireh in ji van alîkariyan para mezin digirin. Kesên ku xwedî 3 an jî 5 donim zevî ne sûde wernagirin. An jî ji bo her dekarek erd 10 TL alîkariyê digirin. Ev jî têrî lêçûnên fermî û karên burokratîk nake.

Ne xêra sewalkariyê maye ne ya masîvaniyê

Demîrcî anî ziman ku li gel lîçên bendavên Ataturk û Çatê di nav sînorên Semsûrê de ne jî, di sewalkariyê de jî Semsûr pêş nakeve û wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Sewalkarî ji ber buhayên goşt ku pê tê lîstin û sewalên ku tên îthalkirin, mir. Her wiha li lîçên me masî tên mezinkirin. Lê vê carê jî ji masiyan re pazar nayê vekirin. Ji ber vê yekê me ji vî karî jî xêr nedît."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN