DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Polîtîkayên AKP’ê turizm têk bir

 
5 Nîsan
11:38 2016

STENBOL (DÎHA) - Îxtîdara AKP’ê ji ber di polîtikayên şer de israr dike, bandora xwe li gelek xanên jiyanê dike. Ji ber şerê heyî tûrîzma tirkiyeyê têk çû. Bi taybetî rezervasyonên otelan ji sedi 40 hatin betalkirin. Nûnerê Sendîkaya Karkerên Turîzmê ya Şoreşger a Stenbolê Ali Karabudak, diya kir ku xelasiya vê qeyranê ne gotina ‘Em dê heta dawi bi terorê re şer bikin' e û wiha got: "Çareserî azadiya mafan û jiyana demokratîk e."

Îxtîdara AKP'ê piştî li Kurdistanê pêvajoya şerê taybet da destpêkirin, bandora xwe ya neyînî li gelek qadên jiyanê kir. Li Kurdistanê bi sedan welatî hatin qetilkirin. Bi hezaran xanî hatin xerakirin. Bi sedhezaran welatî di xani û taxên xwe de hatin dorpêçkirin. Bi deh hezaran turîstên dihatin Tirkiyeyê bilêtên xwe beta kirin. Herî zêde bandora xwe ya neyînî li ser Turist kir. Bi hatina demsala turîzmê re sektora turîzmê ji sedî 40 daket. Turîstên her sal dihatin Tirkiyeyê îsal ji ber ewlehiya wan tune nehatin.

Otelan difiroşin rezervasyon tên betalkirin

Ji ber hêjmara turîzman pir kêm bû, li herêma Ege û Akdeniz hezar û 300 otel hatin firotin. Dîsa ji sedi 13-15 hêjmara tûristan daket. Li gorî daneyên acenteya turîzmê TUI îsal tûrîstên alman ên bihatina Tirkiyeyê ji sedî 40 hatina xwe betal kirin. Şerê li Tirkiyeyê ne tenê jiyana turîzmê kedkarên turîzmê jî xist bin bandora neyîni.

Nûnerê Sendîkaya Karkerên Turîzmê ya Şoreşger a Stenbolê Ali Karabudak, diya kir ku xelasiya vê qeyranê ne gotina ‘Em dê heta dawi bi terorê re şer bikin' e û wiha got: "Çareserî azadiya mafan û jiyana demokratîk e. Li gorî sala par li Stenbolê hêjmara tûrîzmên li otelan dibînin ji sedî 50 daket. Îsal ji ber kar tune otelên hatin girtin û karkerên ji kar hatin derxistin jî hene. Ger ku Tirkiye dixwaze turîzmê pêş bixe, divê berî her tiştî azadiya raman, azadiya mafan û demokrasiyê pêş bixe. Divê aramî û ewlehiya welatiyan pêş bixe. Daketina turîzmê herî zêde bandora neyînî li ser karkerên turîzmê çêkir."

Sekreterê Giştî yê Tum Emek Senê Îbrahim Akseloglu jî anî ziman ku bi qasî karsazên turîzmê karkerên turîzmê jî dikevin bin bandora neyînî û wiha got: "Otelên li herêma Beyoglu karker ji kar tên derxistin. Em îsal rewşa sektora turizmê paş nabinin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN