Her malek û darek
WAN (DÎHA) - Şaredariya Elbakê ya Wanê li dijî talankirin û wêrankirina dewletê ya li Bajarê Kurdistanê 20 hezar şitlên darên team li welatiyan belav kir û hewl dide debarê xurt bike. Şaredarî, bi kampanya "Bila li ber deriyê her malekê darek team hebe" hewl dide piştgiriyê bide aboriya komînal.
Şaredariya DBP'î ya Elbaka Wanê, bi boneya piştgiriyê bide aboriya gel û li dijî talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê ku bi destê dewletê kampanya piştgiriya aboriyê berdewam dike. Şaredariyê di çarçoveya teşwîkkirinê de 20 hezar şitlên darên team li welatiyan belav kir û xwest li ber deriyê her malekê darek team hebe. Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê ya Wanê û Serokatiya Daîreya Xizmetên Çandiniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çarçoveya projeya ji bo malbatên xizan de dê di destpêkê de ji bo her malbatekê 50 dar û bi giştî 10 hezar darên team belav bike. Dê di pêngava duyemîn de di çarçoveya kampanya "Li ber deriyê her malekê darek team" 10 hezar şitlên darên team belav bike. Darên team dê bê pere li welatiyan bê belav kirin û bi vê yekê dê bê armanckirin ku piştgiriya aborî bide malbatên xizan.
Endamê Meclisa Şaredariya Elbakê Erkan Acar, diyar kir ku armanc dikin ku li navçeyê aliyê aborî û ekolojî pêş bixin û karê wan ê tespîta malbatên xizan berdewam dike. Acar, destnîşan kir ku bi vê projeyê dixwazin malbatan teşwîk3i çandiniyê û hilberînê bikin û her dera navçeyê bi dar û beran kesk bikin.
Li şûna darên sipîndarê darên team
Acar, anî ziman ku ew dê darên spîndaran jêkin û li şûna wan darên team biçînin. Acar, anî ziman ku kesên darên xwe yên pisîndarê jêkin dê şaredarî darên team li wan belav bike.
(mae)