Bankaya Navendî daneyên kêmaniya cariyê yên meha sibatê daxuyand
ENQERE (DÎHA) - Li gor daneyên Bankaya Navendî(MB), kêmaniya carî (mêzêna di navbera îthalat û îxracatê de) ya 12 mehan wek 30,51 milyar dolar pêk hat.
Bankaya Navendî îstatîstîkên derbareyê hevsenga dayînan a meha sibatê de daxuyand. Li gor îstatîstîkan di meha sibatê de kêmaniya cariyî(ya di navbera îthalat û îxracatê de) 1,79 milyar dolar e, kêmaniya carî ya 12 mehan jî 30,51 milyar dolar e. Kêmaniyên kiryarên carî, li gor meha sibatê sala çûyîn 1.52 milyon dolar kêm bû û wek 1.78 milyon dolar pêk hat. Di kêmaniya cariyê de kêmaniya bazirhaniyî ya tabloya dayînan li gor heman mehê ya sala çûyîn 1.48 milyon dolar kêm bû û daket 1.96 milyon dolarî. Bi vî awayî Kêmaniya hevsenga dahata yekemîn 99 milyon dolar daket û bû 717 milyon dolar.
(red)