Şerê AKP'ê li serktora înşaetê jî xist
EDENE (DÎHA) - Polîtîkaya şer a AKP'ê bi her alî derbên giran li aboriya Tirkiyeyê dixe, sektora înşaetê ya ku di dema AKP'ê de wekî "lokomotîf" dihat bi navkirin, di demên dawî de gelekî zehmetiyan dikişîne. Karkeran diyar kir ku ew di peydakirina kar de gelekî zehmetiyan dikişînin, bi taybetî keda wan û keda koçberan tê metîngerkirin. Berdevkê Sendîkaya Karkerên Înşaetê ya Edeneyê Recaî Gerçel, diyar kir ku di sektora înşaetê de bilindbûnek wekî balonê heye, hin karker jî bi pêvajoya şer re bê kar man.
Li herêma Çukurovayê bi germbûna hewayê re di sektora înşaetê de tevgerek xwe dide nîşan. Lê wekî her demê ji ber ku di aliyê ewlehiya kar de gelek caran tedbîrên pêwîst nayên girtin, her sal bi sedan karker jiyana xwe ji dest didin. Dîsa mijareke herî girîng jî ji ber ku di sektora înşaetê de di demên dawî de gelek penaber jî tên xebitandin û ji derveyî qeydkirinê, xebata rezan tê kirin ev jî dibe sedema fikarên hêj zêdetir mirinan. Berdevkê Sendîkaya Karkerên Înşaetê ya Edeneyê Recaî Gerçel, aşkera kir ku karkerên înşaetê di binê tavê de di şertên gelek zehmet de dixebitin û pirsgirêka wane herî mezin berdêla keda xwe nagiritn. Gerçel destnîşan kir ku diviya bû yomya karkeran 150 TL be ev rêje niha di navbera 60-80 TL'yî de diguhire. Gerçel got ku berî hikûmeta AKP'ê şert û merc hêj baştir bûn, lê bi hatina AKP'ê re metîngerkirina kedê hêz zêdetir bûye. Gerçel bi lêv kir ku AKP beşên civakê yên bê hêz hêj zêdetir di zorê de dihêle û "qanûnên xwe yên daristanê" dixe dewreyê.
Di balonê de mezinbûnek heye
Gerçel aşera kir ku hikûmeta AKP'ê penaberên li Sûriyeyê hatine wekî beşa karkerê erzan dide xebatê û wiha pêde çû: "Karkerên înşaetê bi vê yomyeyê nikarin bibin xwedî avahî jî, gelek caran nikarin pêdiviyên xwe jî pêk bînin. Di sektora înşaetê de gelek caran mezinbûnek wekî balonê heye, lê bi rastî di sektora înşaetê de rewş qet ne baş e."
Xarin nayê dayîn
Karkerê înşaetê yê bi navê Can Kaçîk der barê xebatên xwe de hin agahî dan û diyar kir ku ew navbera saet 08.00-17.00'an de dixebitin, heqdestiya wan gelkî kêm e û bi fîrmaya ku tê de dixebitin de jî gelek caran xarina wan nade.
'Em nikarin nan bibin malê'
Karkerê bi navê Musa Can jî da zanîn ku di gelek înşaetên li Edeneyê de koçberên li Sûriyeyê dixebitin û ev tişt anî ziman: "Di înşaetan de gelek koçberên Sûriyeyê dixebitin. Wan gelekî bi erzanî didin xebatê. Di navbera 40 û 50 TL'yî de wan didin xebatê. Ji ber wê ji mere kar namîne. Gelek hostayên ku di fîrmayên taşrontiyê de dixebitin, xwedî sîgorteyê ne û yomyên wan di navbera 80 û 100 TL'yî de diguhere. Kar tune dema kar tune be em nikarin nan jî bibin mala xwe. Ev karkerên ku di van fîrmayên taşronan de jî dixebitin, gelekê wan ji derveyî bajêr hatine."
(ms)