DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Polîtîkayên îxtîdarê zerarê dide çotkaran

 
13 Nîsan
09:14 2016

EDENE (DÎHA) - Çotkarên li Edeneyê ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin nokteya ku îflas bike. Çotkaran diyar kirin ku ew çandinî û çotkariyê dikin, lê belê lêçûna wan ji hatina wan zêdetir e û ji ber polîtîkayên şer zerarê dikin.

Polîtîkayên AKP'ê yên şer çotkar înlaz kirin. Wekî gelek qadên jiyanê, şerê li Kurdistanê bandora xwe li ser qada aborî jî kirin. Rençber û çotkarên Edeneyê diyar kirin ku wan berê tovê çandiniyê bi erzanî dikirî, lê piştî şer êdî tav buha bûye. Çotkaran, anîn ziman ku berhemên wan ên çandiniyê jî wekî berê bê qîmet e. Çotkaran, da zanîn ku polîtîkayên hikûmetê yên şer çotkarî têk biriye û êdî nikarin çotkariyê bikin.

Çotkar Refik Akgul, anî ziman ku êdî keda wan pere nake û wiha got: "Ez zebeşan diçînim. Lê îsal pîşman bûme. Em zerar dikin. Ji ber şer em tav buha distînin û bi erzanî difroşin. Em zerar dikin.

Rençber Abdullah Durmuş jî anî ziman ku tov, gubre, mazot û îlac bi deyn distînin û lê ji ber nikarin berhemên xwe bifiroşin zerar dikin. Durmuş, da zanîn ku polîtîkayên şer ew xistine bin deynan. Durmuş, destnîşan kir ku ji ber zerar dike êdî zeviya xwe dide kirê. Durmuş, da zanîn ku ew fistiqan diçîne û maliyeta wan heta hezar û 500 TL zêde dibe ji ber vê yekê zerar dikin.

Li şûna 100 doliman 20 dolim çandin

Çotkar Bozan Çelîk jî anî ziman ku sala par ji zebeşan 70 hezar TL zerar kir û îsal ji ber vê yekê li şûna 100 dolim zebeşan 20 dolim çandin. Çelîk, anî ziman ku her tiştî bi deyn distînin zerar dikin. Çelîk, da zanîn ku heta AKP li ser kar be, dê zerar bikin.

Çotkar Bulent Kanli jî destnîşan kir ku êdî lêçûna wan ji hatina wan zêdetir e û zerar dikin. Kanli, anî ziman ku gubre, tov, şitil, îlaç, naylon û mazot hemû zen bû, lê berhemên wan zem nabe. Kanli, xwest çotkar xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN