Rojaniya karkerên cotkariyê tenê zikê wan têr dike!
EDENE (DÎHA) - Li Çukurovayê karkerên cotkariyê bi gelek pirsgirêkan demsala biharê pêşwazî kirin. Karkeran diyar kir ku jiyana wan tenê di navbera mal û zeviyan de derbas dibe û rojaniya wan jî wekî sala berê ye. Karkerên destnîşan kir ku bi destpêkirina şer tengasiyên wan zêdetir bûne û tenê ji bo têrkirina zikê xwe dixebitin.
Li Çukurovayê serdema cotkariyê bi gelek şikestinan dest pê kir. Bi hezaran karkerên ku berbanga sibê riya zeviyan digirin di bin tavê û baranê de ligel herî û sermayê heta êvaran dixebitin. Karkerên ku tenê qada jiyana wan mal û zevî ne ligel van zehmetiyan jî nikarin berdêla keda xwe bigirin. Ji ber şerê li Kurdistanê dest pê kir, pirsgirêka penaberan û qirîza aboriyê jî rojaniya karkeran wekî sala berê ma û karkeran xwest ku şertên xebatên baştir bibin.
Rojanî 45 TL
Xebatkara cotkariyê Ayşe Taş ku ji saat 05.00'an vir ve li ser piyan dixebite destnîşan kir ku ew xwarinên xwe danê êvarê amade dikin û di 6'ê sibehê jî bi otobusan riya cihê xebatê digirin. Taş da zanîn ku ew heya saet 17.00'an ji xêynî navbera taştê û firavînê bê navber dixebitin û bi awayek westîyayî vedigerin malên xwe. Taş got ku karê wan gelek zehmet e û ew ji serê sibê heya derengiya rojê tenê 45 TL ji bo rojaniyê digirin.
'Dixwazin di nav şertên mirovahiyê de bijîn'
Taş bal kişand ser şertên bê ewle ya xebatê û wiha axivî: "Sîgorteya me nîn e. Tiştel were serê me em bê sîgorte ne. Me naxin cihê mirovan. Wekî koleyan didin xebitandin. Niha baran dibare û em di nav heriyê de dixebitin. Em marulan berhev dikin û ev kar ji yên din hinektir siviktir e. Piştî kamyon tijî bû karê me jî diqede. Karên din ne wisa ne. Em jî di nav şertên mirovahiyê de dixwazin bijîn."
Jiyana di navbera mal û zeviyan de
Aysel Emiştekîn a di qaseyên kamyonetan de tê kar jî got ku ew ligel nêrîna zarokên xwe vî karî dike. Emîştekîn diyar kir ku jiyana wan di navbera mal û zeviyan de derbas dibe û got ku ew berdêla keda xwe nagirin.
Karker Emine Erzurum jî anî ziman ku ew zivistan û biharê dixebitin û ji bo ku kar dibînin kêfxweş dibin. Erzurum bi lêv kir ku zêdetir di van karan de jin dixebitin û ev kar jî zirarê dide tenduristiya jinan û wiha axivî: "Ji ber ku sîgorteya me nîn e nikarin biçin nexweşxaneyê. Divê şertên me bên rastkirin."
'Di nav heriyê de dixebitin'
Çîçek Katmiş a 6 sal in karê cotkariyê dike jî destnîşan kir ku ew di nav şertên koletiyê de dixebitin. Katmîş bal kişand ser zehmetiyên kar û ev tişt gotin: "Zivistanê di nav heriyê de dixebitin. Havînê jî bin tavê de. Karên ku zilam nikarin bikin em dikin. Kaseyên 50 kîloyî hildigirin. Dema diçin malê jî di me de hal namîne û ligel vê jî karên malê dikin. Ji bo ku hewcehiyên malbatê pêşwazî bikim divê ez bixebitim."
(gka)