Bi HES'an dê riha jiyanê ya Agiriyê bibirin
AGIRÎ (DÎHA) - Bi hatina biharê re ji bo çêkirina xebatên 2 HES'ê ku li ser çemê Muradê ya di nav Agirî û navçeyên wê re derbas dibe careke din hat destpêkirin. Bi çêkirina HES'an dê gelek erd û zeviyên gundiyan di bin avê de bimîne û gundî jî dê bi neçarî koç bikin.
Bi hatina mehên biharê re çêkirina bendav û Santralên Hîdroelektrîk (HES) ên erdnigarî û dîroka gelê kurd tune dikin careke din dest pê kirin. Li navçeya Dutaxa Agiriyê ji bo 2 HES'ên bi navê Yagmur û Bulut ku li ser çemê Muradê dê werin avakirin xebat dest pê kirin. Ji ber HES'ên ku li ser çemê ji bo gelek navçe û gundan girîng e dê gelek erd û zevî di bin avê de bimînin. Erd û zeviyên 10 gundên Dûtaxê ên wek, Benduriya, Esmer, Erebaliya Jêrê, Gomê, Xoxan û Koşka Jêrê dê di bin avê de bimînin û gundê Batmîşê jî dê bi temamî di bin avê de bimîne.
Zirarek mezin didin xwezayê
Ji bo çêkirina her du HES'an jî dê di demeke kurt de riya di navbera Dûtax û Agiryê jî bê betalkirin û li ser navçeya Xamûr û Panosê riyek nû bê çêkirin. Ji ber xebatên vekirina vê riya ku dê nêzîkê 25 kîlometre dirêj be, gelek zevî û erdên gundên wek Yekmal, Evdê, Kamişl û Hemzika jî tên talankirin û malbat ji ber vê yekê mexdûr dibin. Gelek darên li ser riya tê çêkirin jî ji aliyê kepçeyên xebatê tên birîn.
Yekane debara gundiyan ev çem e
Şîrketên HES'an bi riya şîrketên taşeron bi malbatên dê axa wan di bin avê de bimîne jî têkilî datînin û bi pereyek erzan dixwazin gundiyan ji gund derxin. Welatiyên ku bertek nîşanî rewşê didin diyar dikin ku tu cihê ku biçin jî nîne. Her wiha çemê ku li ser HES tên avakirin jî yekane debara gundiyan e. Di gundan de zêdetirî 100 mal hene û derdora 500 kes dijîn. Gundî zivistanan û havînan bi masîgirtinê debara xwe dikin û ligel vê gelek malbat jî havînê li ber çem xiyar, petêx, firingî û zebeşan diavêje ser erdê xwe û li navendên bajêr difiroşin.
Aboriya navçeyê dê têk biçe
Ligel mexduriyeta welatiyan, yek ji HES'a li ser gundê Batmîşê dê were çêkirin û riya tê betalkirin zirarek mezin a aboriyê bide navçeya welatiyên Dûtaxê. Bi çêkirina riya alternatîf dê bazirganiya li navçeyê dihat kirin jî bi temamî qut bibe û ji bo esnafên navçeyê mexdûriyetek mezin bi xwe re bîne.
(gka/sy)