Esnafên halê ya Edeneyê bi îsyan in
EDENE (DÎHA) - Esnafên hala Edeneyê ji ber polîtîkayên AKP'ê yên şer îsyan dikin û diyar dikin ku ji ber polîtîkayen şer êdî hatine nokteya înfasê. Esnafan, anîn ziman ku ji ber li Kurdistanê şer heye nikarin team û sebzeyên xwe bişînin Kurdistanê û êdî zerar dikin. Serokê Odeya Kabzamallarê ya Edeneyê Şefik Ozbey, anî ziman ku îsal rewşa esnaf û simsaran nebaş e.
Polîtîkayên şer bandora xwe li ser hemû kar û jiyana mirovan dike. Bi taybetî piştî îxtîdara AKP'ê polîtîkaya şer li Kurdistanê da destpêkirin gelek karker, çotkar û esnafan zerarek mezin kir. Esnafên hala Edeneyê jî ji ber polîtikayên AKP'ê yên şer bi gazinc û hawar in. Esnafên hala Edeneyê diyar kirin ku ji ber li Kurdistanê şer heye nikarin team û fêkiyên xwe bifiroşin û di malê wan di destê wan de dimîne. Esnafên Hala Edeney3e ya Şaredariya Mezin anîn ziman ku wan berê jî gelek fêkî û team şandibû, lê piştî şer dest pê kir pereyên xwe jî negirtin. Serokê Odeya Kabzamallar a Edeneyê Şefîk Ozbey ku hem simsar e û hem jî team û fekî dişîne bajarên Kurdistanê diyar kir ku piştî şer li Kurdistanê dest pê kir, êdî nikare team û fêkî bişîne Kurdistanê. Ozbey, da zanîn ku şerê li Kurdistanê bandora xwe li ser esnafên Edeneyê jî dike û wiha got: "Niha li vir 224 simsar hene. Ev simsarên ku li halê dixebitin êdî nikarin kar bikin. Hemû ketine bin deynan."
Esnafê bi navê Ahmet Alak jî anî ziman ku ne tenê simsar, di heman demê de esnafên halê jî ketine bin deynan û nikarin kar bikin. Alak, da zanîn ku ji ber nikarin bikirin û bifroşin hemû esnaf ketine bin deynên krêdiyan û zerar dikin. Alak, bilêv kir ku firoşkerên narenciyê ji sedî 80 berhemên xwe difirotin Rûsya û piştî şer êdî nikarin bifroşin Rûsya jî.
Alak, destnîşan kir ku berê rojê 5 - 6 kamyon fêkî dişandin navçeya Nisêbînê û wiha berdewam kir: "Niha ez nikarin fêkî û team bişînim bajarê Kurdistanê. Ez polîtîkayên AKP'ê şên şer pir şaş dibinim. Dostên Tirkiyeyê nema. Em êdî nikarin malê xwe bifiroşin Îran, Rûsya û Sûriyê. Li vir 224 kargerî hene. Niha hemû di rewşa xerab dene. Berê me erzaq dişand Amed, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û agiriyê. Lê niha em nikarin mal bişînin wir.
Esnafê halê Faruk Dag jî heman pirsgirêk anî ziman û destnîşan kir ku ji ber şerê li herêmê êdî nikarin malê xwe bifiroşin. Dag, xwest ev şer bi dawî bibe û dîsa aştî pêş bikeve.
(mae)