Esnafên Wanê hatin ber îflasê
WAN (DÎHA) - Li navçeya Elbakê ku 81 kîlometre durî navçeya Geverê ya di bin dorpêça hêzên dewletê de ye û tekane çavkaniya debara welatiyan bazirganiya sînor e ji ber dorpêçê esnafên navçeyê hatin asta îflaskirinê. Esnafên navçeyê bi gotina "Yan vî şerî rawestînin an jî ji gel dur bisekinin" li dijî AKP'ê îsyan kirin.
Navçeya Elbakê ya Wanê ku tekane çavkaniya debara welatiyan bazirganiya sînor e û 81 kîlomtera dûrî navçeya Geverê ya Colemêrgê dorpêç kete roja 37'emîn e, esnaf hatin ber îflasê. Esnafên navçeyê li dijî polîtîkayên hikûmetê nerazîbûn nîşan dan û banga "Yan vî şerî bidin rawestandin yan jî jigel dur bisekinin" kirin. Ji esnafên navçeyê Îkram Koç diyar kir ku ji ber dorpêçê li herdu navçeyê bazirganiya sînor sekiniye û wiha got: "Gever pişta Elbakê bû. Şerê qewimî Elbak tune kir."
Koç anî ziman ku welatiyên ku ji bo danûstandinê ji Gever û gundan tên ji ber dorpêçê nikarin ji bajar derkevin û banga "Êdî vî şerî rawestînin" li hikûmetê kir.
Ji ber dorpêçê çûn hatin nemaye
Esnafê bi navê Mustafa Çubukçu jî diyar kir ku dorpêça Geverê herû zêde bandorê li esnafan dike û wiha berdewam kir: "Ji gundên Geverê rêwî dihatin û li ber kargehan disekînin û tişt dikirîn. Lê ji ber dorpêçê niha kes naçê û nayê." Çubukçu bilêv kir ku esnafên Elbakê li tomerfiroşên Geverê tiştan dikirin û ji ber dorpêçê esnaf nikarin biçin û agahiya "Li Geverê kargeha şîr hebû piştî ku dorpêçê dest pê kir berhemên şîr ji me re nehat" da.
Çubukçu anî ziman ku ligel hemû tiştan ew ê ji bo gelê Geverê çi ji destên wan bê bikin û wiha axivî. "Ev êşa me hemûyan e. Ji bo gelê Geverê çi ji destê me bê em ê bikin. Bilav ev şer biqede welatiyên ku ji mal û kargehên xwe bi zorê hatine derxistin bilav vegerin malê xwe."
Adem Teknas jî got ku Gever, aboriyê Elbakê xwedî dike û wiha berdewam kir: "Me ji sedî 90 malzemeyên xwe li Geverê bi cih dianî lê ji ber dorpêçê bazirganî sekiniye." Teknas da zanîn ku ji ber dorpêçê hem Gever hem jî Elbak tê mexdurkirin û ji ber dorpêçê karê wan nîvî nîv kêm bûye." Teknas anî ziman ku ji ber ddorpêçê 37 roj in bi Geverê re têkîlî qut bûye û wiha got: "Di şerî de ne tenê wekî esnaf wekî mirov jî em bi bandor bûn. Ew li wir di nava şer de ji ber vê jî ne pêkan e em li vir rehet bin."
Ji bedê 50 gel debara xwe bi bazirganiya sînor dike
Esnafê bi navê Abbas Guner jî got ku ji sedî 50 gel debara xwe bi bazirganiya sînor dike, welatiyên ku bazirganiya çay, cixare, fekî, sebze û piric dikin mexdûr bûne. Guner wiha axivî. "Beriya dorpêçê heta saetên dereng ên şevê bikir dihatin lê niha ez saet di 16.00'an de dezgehê xwe digirim. Şerê li Geverê hem di warê aborî hem jî di warê psêkolojîk de bandor li ser me kir."
'Vî şerî rawestînin'
Guner da zanîn ku paşeroja Gever û Elbakê hevpar e û wiha got: "Em hemû yek in. Li Geverê her canê ku jiyana xwe ji dest dane wekî kesekî ji malbata me ne." Guner bi gotina "Yan vî şerî rawestînin yan jî ji vê gelî dur bisekinin" nerazîbûna xwe li hemberî îxtidarê anî ziman.
(sa)