Kendava Îskenderunê di bin gefên santralê de ye
ERDOGAN ALAYUMAT
HATAY (DÎHA) - Li Tirkiyeyê ji 80 projeyên Santralên Termîkê jê 27' santrol li Kendava Îstenderûnê hatine plankirin. Ji 27 santralên termîkê jê 3 heb bingehên wan hatine avêtin û xebatên înşaetê didomin. Projeyên 8 santrolan xelas bûye û 13 santral jî hêj di pêvajoya projeyê dene. Sekreterê Parastina Derdorê ya Îstenderûnê mîmar Ercüment Kimyon, diyar kir ku kendava Îskenderûnê dixwazin bikin kendava Dîlovasi û kendav di bin gefan de ye.
Hikûmeta AKP'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê xweza û derdorê wêran dike. Herî zêde li ser navê nerejiyê bi projeyên HES, RES, santrolên termîkê xwezayê wêran dike. Niha li Tirkiyeyê projeyên 80 santralên termîkê hatine xêzkirin. Ji 80 projeyên santralê jê 27 proje li navçeya Îskenderûn a Hatayê hatine plankirin. Ji 27 santralên termîkê jê 2 heb yên komirê, 1 jê ya gaza xwezayî bi giştî 3 santralên termîkê bingeha wan hatiye avakirin. Înşaeta 3 santral niha dest pê kiriye.
Projeya 8 santralên termîkê ku ji aliyê Şîrketa Holdînga Akataş û Tosyali hatiye amadekirin ber bi xelasiyê ve diçe. 13 proje jî hêj didomin. Ev projeyên santralên termîkê, hewa, ax û avê qirêj dikin û gefê ji jiyana mirovan û ekolojiyê dixwin.
Masiyan delav û kendava behrê terk kir
Masîvanê bi navê Îsmet Kanak diyar kir ku ji ber bermahiyên santralan gelek masî koç bûn û delavên behrê terk kirin. Masîvan, da zanîn ku ji ber gelek cureyên masiyan herêmê terk dikin êdî ji nanê xwe dibin û nikarin kar jî bikin. Masîvan, da zanîn ku bermahiyên van santralan gelek reng û cureyên zindîweran tune dike û darbeyek mezin li teknolojiyê dixe.
'Dê kendava Îskenderunê jî bibe wekî ya Dilovasi'
Sekreterê Parastina Derdorê ya Îstenderûnê mîmar Ercüment Kimyon, diyar kir ku kendava Îskenderûnê dixwazin bikin kendava Dîlovasi û kendav di bin gefan de ye. Kimyon da zanîn ku bi van razemenî û projeyan dixwazin zûtirîn kendavê qirêj bikin û ev wiha got: "Bi taybetî kesên van projeyan amade dikin berjewendiyên kapitalizma hov, dixin pêşiya berjewendiyên welat û milet. Îxtidara AKP'e bi van razemenî û teşvikan Kendava Îskenderûnê talan dike û wêran dike. Kendavê qirêj dike û komkujiya xwezayê pêk tîne. Em wekî komele demek dirêjin têkoşîna li dijî van santralan didin. Em ji bo xweza û kendavê biparêzin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin."
(mae)