Di nava 2 rojan de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da

25 Nîsan
15:56
2016
RIHA (DÎHA) - Li Girê Sor di nava du rojan de 2 karker ji ber qezaya ceryanê jiyana xwe ji dest dan.
Duh li navçeya Girê Sor a Rihayê karkerê ceryanê yê bi navê Abuzer Erdem dema xwest erzeya di stûna aceryanê de çareser bike, ceryanê ew girt û jiyana xwe ji dest da. Îro jî bi heman şêweyî karkerê bi navê Mehmet Tanîş dema xwest erzeya ceryanê careser bike, bi ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.
Cenazê Tanîş ê ku jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê, piştî kar û barê otopsiyê dê cenazê wî li Girê Sor bê definkirin.
(ms)