Polîtîkaya şerê AKP-Qesrê cotkar anîn ber îflas ê
EDENE (DÎHA) - Ji ber polîtîkaya şerê AKP-Qesrê, hilberînerên kartolan jî hatin ber îflas ê. Hilberînerên ku bi kedeke mezin a bi mehan kartolan diçînin, kîloya wan bi 40 qurişî difroşin bazirganan. Hilberînerên ku hatin ber îflasê, êdî dest bi firotina mator û zeviyan kirin.
Ji ber polîtîkaya şerê AKP-Qesrê, çawa di gelek beşên kar de gel hatiye mexdurkirin, hilberînerên kartolan ên Edeneyê jî li ber îflazê ne. Cotkarên ku rojek berê ji bo dengên xwe bilind bikin û rê li trafîkê girtin, polîsan êrîşê karkeran kir û ew ji hev belav kirin. Hilberîneran diyar kir ku dive AKP polîtîkaya xwe ya çandiniyê biguherine, kartolên ku ji der ve tên bide rawestandin û kartolên ku li vir hilberîna wan tê kirin bişîne derve.
'Lîderî cîhanê em perîşan kirin'
Cotkarê bi navê Mehmet ê di çalakiya rê girtinê de cih girti, aşkera kir ku ji ber hemû êrîş û gefxwarina polîsan jî ew dê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin û di her platformê de daxwazên xwe bînin ziman. Mehmetê cotkar bertek nîşanî Serokomar Erdogan jî da û ev tişt got: "Ka lîderê cîhanê bû, em perîşan kirin. Min 7 salan deng da AKP'ê, xwazî min nedayê. Ji cotkaran re tu feydeya wan çênebû."
'Dest ji polîtîkaya şer berdin'
Cotkarê bi navê Guvenç Kartal bal kişand ser polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê û diyar kir ku ji ber polîtîkaya şer, bazirganiya li welat û îxracata derve hatiye ber tunebûn û wiha pêde çû: "Ji ber ku îsal îxracat pêk nehat, berhem wiha rezîl bûn. Gelek berhemên me li holê man. Ji ber şerê Rûsya, Sûriye û herî dawî bi şerê li rojhilat û li başûr rojhilat (Kurdistan) karên me tev rawestiyan. Divê demil dest ev şer bê rawestandin."
'Li zeviyê 40 quriş, li martekê 2 lîra'
Cotkarê bi navê Kazim Kartal jî destnîşan kir ku piştî kartol ji hilberîner derdikeve, buhayên wan ji hêla komisyonvanan ve tê zêdekirin û piştrast kir ku kîloya kartolan li zeviyê 40-50 qurişan tê firotin û wiha axivî: "Dema tu li marketan li buhayên wan mêze dikî, bi 2 lîrayî tê firotin. Ji dervayî cotkaran her kes ji xwe re qazanc dike." Kartal aşkera kir ku ew hatine ber îfalasê û wiha pêde çû: "A niha deynê min 100 hezar lîra ye. Buhayê kartolan jî li holê ye. Dema wextê deyn hat dê banka bi dil germî nêzî me nebin. Em dê çi bikin em nizianin."
'Tenduristiya mina ruhî xira bû'
Cotkarê bi navê Arafat Avcibay anî ziman ku demekî maliyeta kartolan 3 hezar TL bû, bûhayê 40-50 qurişî wan dixe zerarê û wiha got: "Êdî hatiye rewşeke wisa, hemû cotkar mator û zeviyên xwe difiroşin. Ez ji nava kar dernakevin ez dê çi bikin ez nizanim, tenduristiya mina ruhî xira bû. Divê demil dest ev pirsgirêkên me bên çareserkirin."
(ms)