DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Valî: Tirkiye ji yekbûna Kurdistanê ditirse

 
30 Nîsan
14:42 2016

AMED (DÎHA) - Prof. Dr. Abbas Valî, bal kişand ser êrîşên demê dawî û aşkera kir ku Tirkiye ditirse ku 3 parçeyên Kurdistanê bibin yek û ji ber wê êrîşên xwe zêde kiriye û "pêvajoya çareseriye" bi bîr xist. Velî da zanîn ku Erdogan dixwast PKK çekan dayne û li gorî hemû daxwazên wan tevbigere û ev tişt got: "Lê beyî ku dewlet tu gavî bavê je, qebûlkirina daxwazên xwe ne pêkan e. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP'ê siyaseta xwe gihererand. Ji ber ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de serkeftineke mezin bi dest xist û AKP'ê bi şerê ku da destpêkirin re xwest dengên xwe paşve bîne. Heke pêvajoya aştiyê dewam bikira, de AKP hêj zêdetir winda bikira."

Endamê Perwerdeya Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Abbas Valî, der barê şerê ku li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin û rola Tirkiyeyê ya di vî şerî de nirxandin kirin. Valî bi lêv kir pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn, bi têkoşîna ji bo nasnameya kurdan re derketiye holê. Valî diyar kir ku ev têkoşîn li dijî înkar û îmhayê hatiye destpêkirin, hemû xebatên di vê der barê de hatine kirin jî ji bo naskirina gelê kurd hatine kiri û Valî ev têkoşîn jî wekî lêgerîna gel a destpêkê pênase kir. Valî bi bîr xist ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, berî 3 salan pêvajoyek hatiye destpêkirin, lê ji vê muzakereyê jî tu tiştek nehatiye bi destxistin.

'Ji bo çareseriyê rêbaz divê'

Valî destnîşan kir ku bi têkoşîna ku hatiye dayîn re êdî kurd hatine naskirin û bi vê têkoşînê re êdî merheleyeke nû hatiye destpêkirin. Valî got ku divê di vê merheleya nû de, êdî maf û azadiya kurdan li gorî qanûnan bê dayîn û ev tişt got: "Tevgera kurd a li Tirkiyeyê, dixweze xweseriya demokratîk bê nîqaş kirin û pirsgirêkê di çarçoveya demokrasiyê de çareser bike. Divê demil dest ev mafên kurdan bên dayîn. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê riyên siyasî bên vekirin."

Pirsgirêk hatiye merheleya muzakereyan

Valî der barê xweseriya Rojava de jî nêrînên xwe parve kir û diyar kir ku gelê kurd li Rojava gelek destkeftî bi dest xistine, bi xebatên dîplomasiyê re rewşa wan gelekî baş bûye. Valî derbiri ku heman tişt ji bo Başûrê Kurdistanê nikare bê gotin û da zanîn ku Başûrê Kurdistanê qasî Rojava bi pêş neketiye, bi pêşketinên 2003'yan re li Başûr hikûmetek hat avakirin, lê pêşketinên li Başûr qasî Rojava xwe nadin nîşan. Valî anî ziman ku lê li Rojhilatê Kurdistanê jî xebatek tê meşandin, lê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ev têrê nake û wiha pêde çû: "Dema em pêşketinên her çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan bigirin, êdî pirsgirêka kurd hatiye merheleya divê bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin."

Rojava modela hemû gelan e

Valî destnîşan kir ku Kurdistana ku buye çar parçe, dema li parçeyekî tevliheviyek an jî şerek hebe, ev bandorê li ser her çar parçeyan jî dike û nirxandinê xwe wiha dom kir: "Wekî mînak bi destkeftinên li Bakur re, bandor li ser perçeyên din jî kir. Bi destkeftiyên PYD'ê yên Sûriyeyê re, rewşa Bakur bi tevahî guherand û bû sedem ku Tirkiye êrîşan bide destpêkirin. Ji ber ku Tirkiye kurdên her du parçeyan jî wekî hev dibîne."

Valî piştrast kir ku pergala li Rojava tê avakirin ji bo hemû gelan modelek e û ev tişt anî ziman: "Rojava û Bakur di aliyê birdozî û dîrokî de gelekî nêzên hev in. Di sala 1946'an de kurdên li Sûriyeyê xwedî rêveberiyeke otonom bûn. Vê jî dîsa bandor li ser Bakur kir. Ji hêla din ve li Başûr jî fedaraliyek heye û ew hêza guhertina jî heye."

'Êrîşên Tirkyeyê pêşîgirtina parçeyan e'

Valî der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Bakur de jî nirxandin kirin û aşkera kir ku gelê Bakur niha otonomiyê dixwaze û wiha pêl da axaftinên xwe: "Ji xwe li Rojava pergalek hatiye avakirin. Li Başûr jî wisa ye. Tirkiye jî ji bo pêşiya hevgirtina perçeyan bide girtin, êrîşan dike û dixwaze astengiyan derxe. Ji vê hevgirtina parçeyan ditirse. Ji ber ku di pêşerojê de derfetên hevgirtina van pareçeyan heye. Ji bo wê li hemberî otonoma li Rojava tê avakirin derdikeve û êrîş dike. Heke Rojava pergala xwe bide rûniştandin, dê Tirkiye êdî nikaribe li hemberî gelê Bakur bisekine. Tenê armanceke êrîşên li dijî Bakur heye, ew jî dixwaze pêşî li yekitiya kurdan bigire. Dewleta tirk ji ber van êrîşan şer bi dest xistiye û di rewşên wiha de aştî gelekî zor e, lê gengaz nîne."

Beyî HDP'ê çareserî ne pêkan e

Valî anî ziman ku modela xwerêveberiyan ji bo gelan modeleke baş e û şertên van modelan cuda ne û wiha axivî: "Heke li Tirkiyeyê modeleke demokratîk neyê avakirin, dê xwerêveberiyên cewherî neyên avakirin. Dîsa hikûmeteke demokratîk tune be, dê li wî welatî behsa aştiyê neyê kirin. Bingeha modeleke demokratîk jî HDP dikare ava bike. Ji ber ku HDP partiya herî demokratîk a welat e. Ji ber wê jî divê kurd pişgiriyê bidin vê partiyê. Li Tirkiyeyê beyî HDP'ê çareserî pêk nayê."

Bernameya siyasî şert e

Valî diyar kir ku divê hemû kurd wekî kurdên Bakur û Rojava bernameyeke wan hebe û ev bername jî bi van gotinan şîrove kir: "A yekemîn, divê aloziya li Rojhilata Navîn baş bibînin. A duyemîn, divê rewşa li Sûriyeyê baş bibînin. A sêemîn, divê xwe di nav rewşa aloz a Tirkiyeyê de baş bibînin. A çaremîn jî divê hersê riyan baş bizanibin û li gorî wê tev bigerin."

'AKP dengên winda kir bi şer dixwaze bîne'

Valî pêvajoya çareseriyê ya 2012'an hat destpêkirin jî bi bîr xist û ev tişt got: "Di wê pêvajoyê de Erdogan dixwest PKK çekan dayne û hemû dawazên wan qebûl bike. Lê beyî ku dewlet tu gavan bavêje daxwazê xwe nikar pek bîne. Pişt re bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re AKP'ê siyaseta xwe bi tevahî guherand. Ji ber ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de serkeftineke cidî bi dest xist û AKP'ê jî xwest dengên ku winda kiriye bi şer bi dest bixe. Heke pêvajoya çareseriyê berdewam bikira, dê AKP hêj zêdetir deng winda bikira."

'Pirsgirêk dê bi muzakereyê çareser bibe'

Valî herî dawî aşkera kir ku pirsgirêka kurd, pirsgirkeke stratejîk a Tirkiyeyê ye û axaftinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Heke hikûmeta Erdogan, polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan neguherîne, hebûna kurdan di çarçoveya qanûnan de çareser neke, dê çareserî pêk neyê û ev şer dê demek dirêj berdewam bike. Divê ev baş bê zanîn; çareserî bi şer neyê. Tenê ev pirsgirêk bi diyalog û muzakereyê dikare bê çareser kirin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN