Wêneyê li Qandîlê hat kişandin jî kirin mijara fezlekeyê

HAYRİ DEMİR
ENQERE (DÎHA) - Feslekeyên ji bo wekîlên HDP'ê ji meclîsê bên avêtin hatin amadekirin, bi naverok û delîlên xwe skandal in. Wêneyê wekîlên HDP'ê yên di pêvajoya çareseriyê de bi agahî û destûra hikûmetê li Qandîlê bi rêveberiya KCK'ê re hevdîtin kirin hatine kişandin. Bi van wêneyan der barê wekîlan de bi îdîaya "Destekvanê rêxistinê û propaganda rêxistine" fezleke hat amadekirin. Daxuyaniya Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş a girtina rojnameger Can Dundar û Erdem Gul şermezar kir jî bi îdîaya "Heqaret li serokomar kiriye" fezleke hat amadekirin.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya demokratîk li Tirkiyeyê da destpêkirin, heyeta HDP'ê di çarçoveya "Pêvajoya Diyalogên Demokratik û Muzakereyan" bi daxwaz û destûra dewletê çûn Qandîlê û bi rêveberiya KCK'ê re hevdîtin kir. Hevdîtin bi awayekî fermî pêk hat. Peyamên KCK'ê li Qandilê dan bi riya heyetê li Enqereyê hat parvekirin û birin Îmraliyê. Lê ev daxuyanî û hevditinên bi daxwaz û destûra dewletê pêk hat kirin sedema fezlekeyê. Wêneyên ku di hevdîtinê de hatibûn kişandin bûn delîlê fezlekeya ku ji bo destnedayîna wekîlan rakin. Heyeta HDP'ê ku di pêvajoya çareseriyê de cih digirtin Altan Tan, Sırrı Sureyya Onder û hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş û wekilên berê yên BDP'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk û Gultan Kişanak di meha adarê de çûbûn Qandilê û bi rêveberiya KCK'ê re hevditin kiribûn. Di hevdîtina heyeta HDP-BDP'ê ya bi KCK'ê re wêne hat kişandin û ev wêne bû mijara fezlekeyê.
Serdozgerê Komarê yê Amedê di 8'ê Adara 2013'an de li ser îxbara welatiyê bi navê Alî Turabi Doganay lêpirsîn vekir. Dozger îdîa kir ku propaganda kiriye.
Dozgeriyê der barê Hevserokê HDP'ê Demirtaş û wekîl Tan û Onder de ji bo destnedayîn bê rakirin fezleke amadek kir û di 7'ê Cotmeha 2015'an de ji Wezareta Dadê re şand.
Daxuyaniya ji bo Dundar û Gul jî bû mijara fezlekeyê
Daxuyaniya Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş a girtina rojnameger Can Dundar û Erdem Gul şermezar kir jî bi îdîaya "Heqaret li serokomar kiriye" fezleke hat amadekirin. Yuksekdag û Demîrtaş ji bo piştgiriyê bidin Dundar û Gul di 26 mijdara 2015'an de daxuyanî dan. Ev peyam wekî heqareta li Erdogan hat qebûlkirin û Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der arê wan de fezleke amade kir.
(mae)