DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Ma hêstir jî kurd in?'

 
4 Gulan
11:36 2016

SEMSÛR (DÎHA) - Siyasetedar û nivîskarê kurd Şeyho Tepelî ku di salên 70’yî de tev li têkoşîna azadiya kurd bû û gelek caran hat girtin û rastî îşkenceyê hat, girtin îşkence, zext û zordariyên li ser gelê kurd hatiye meşandin, bi helbestan anî ziman û di pirtûka bi navê "Ma hêstir jî kurd bûn? kom kir. Tepelî pirtûk çap kir û pêşkêşî xwendevanê xwe kir.

Helbestvan û siyasetmedarê kurd ê 63 salî Seyho Tepelî ku li gundê Gomukan ê Semsûrê ji dayik bû û piştî darbeya leşkerî ya 1980'an de hat girtin, rastî îşkenceyê hat, îşkence, zext û zordariyê liser gelê kurd hatiye kirin bi helbestan di pirtûka "Ma hêstir jî kurd in?" de kom kir. Seyho hat girtin û salekê li girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê rastî îşkenceyê hat. Tepelî ku serbest hat berdan di sazûmankariya HEP’ê de cih girt. Piştre di rêveberiyên DEP, OZDEP, HADEP de cih girt. Dî vê pêvajoyê de bi dehan caran hat binçavkirin û rastî îşkenceyê giran hat û ji ber îşkenceyê piyekî wî hat jêkirin. Tepeli ku êdî di aliyê fîzîkî de nikare zêde têkoşînê bike, hewl dide bi riya pênûsê serpêhatî û zextên li ser gelê kurd hatiye meşandin komî ser hev bike û bike belge. Tepelî, zext û îşkenceya li ser gelê kurd pêk hatiye kir helbest û bi navê pirtûka “Ma hêstir jî kurd in?" çap kir. Tepeli, diyar kir ku ji bo ew girêdana xwe ya dozê bîne ziman û berdewam bike ev berhem nivîsand.


Tepelî, anî ziman ku di dîrokê de gelek buyerên wekî Kerbela, Gezî, Roboskî û gelek komkujiyên din pêk hatine. Tepelî, da zanîn ku bi boneya van bûyeran di hiş û aqilan de bigire xwest pêkanînên li Roboski pêş ketine bîne ziman û binivise. Tepelî, da zanîn ku piştî li ser gelê Roboskê komkujî pêk anîn, piştre dest bi kuştina hêstir (qantir) kirin û ji ber ku hêstir jî hatin kuştin bin navê pirtûka xwe wekî “Ma hêstir jî kurd bûn?" nivîsand.


Tepeli, destnîşan kir ku mirov dikare bi her awayî têkoşînê bide û ger ku ruhê têkoşînê hebe şert û merc çi dibe bila bibe dikare têbikoşe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN