Mihrîcana Şano ya li Êlihê bi dawî bû
ÊLİH (DİHA) - 7'emîn Mihrîcana Şano ya Êlihê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû.
7'emîn Mihrîcana Şano ya bi şîara "Bi cewherê berxwedêr ber bi şanoya civakî ve" ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di 28'ê Nîsanê de dest pê kir, bi bernameyên têr û dije bi dawî bû. Mihrîcan di roja 6'emîn de bi lîstikên Bûka Baranê, Sayiklamalar, Nexweşê Nexweşiyê bi dawî bû. Lîstika şano ya Bûka Baranê hat pêşandan. Li aliyê din Midûrê Çandê yê Şaredariya Êlihê Ali Sarıpinar, Midûrê Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê Ahmet Bulent Tekik, Rêvebere Navenda Çanda Mizgîn Abdullah Tarhan û lîstikvanên koma Şano çûn Cizirê. Kom li Cizîrê ji aliyê Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadir Kunur ve hatin pêşwazîkirin. Şaredariya Êlihê pirtûkên ji bo zarokan teslîmî şaredariya Cizîrê kir û da ku diyarî zarokan bikin.
Lîstika Bûka Baranê lîstin
Koma Şano ya Teatra Textê Reş ku ji Urmiyê hatibû şahiya xwe ya ewil "Bûka Baranê" da pêşandan. Lîstik li salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hat pêşandan. Lîstika ku dehêneriya wê Resûl Bangîn dike rastî eleqeyek mezin hat. Dîsa lîstika "Sayıklamalar" jî li Salona Şano ya Hunerê hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin hat.
Listika Newxeşê Newxeşiyê jî li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin hat. Di lîstikê de hevşaredaran plaket da lîstikvanan. Mihrîcana Şano bi eleqeyek mezin hat şopandin û bi şano bi dawî bû.
(mae)