DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdî a Stenbolê destpê dike

 
5 Gulan
09:14 2016

STENBOL (DÎHA) – Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd ku li hemberî polîtîkayên bişaftinê nirx û berhemên çand û hunera Kurd digihîne hemû gelan di 7'ê Gulanê de bi pêşengiya NÇM'ê destpê dike. Di bernameya mîhrîcanê de gelek çalakiyên hunerî, çandî û wêjeyî cih digirin û ji her çar parçeyên Kurdistanê jî hunermend û nivîskar beşdarî mîhrîcanê dibin.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo çand û hunera gelê Kurd bigihîne hemû gelên Stenbolê par yekemîn car Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd lidarxistibû. Îsal jî ev mîhrîcan di pêşengiya NÇM'ê de di 7'ê Gulanê de li Stenbolê destpêdike. Mîhrîcan dê heya 15'ê Gulanê berdewam bike û di çarçoveya bernameyê de ji çar parçeyên Kurdistanê gelek hunermendên navdar beşdar bibin. Dê vekirina mîhrîcanê bi pêşangeha wêneyan a bi navê "Bîr" were kirin û bi konsêra ku dê Hanî, Bajar, Meral Tekçî, Lawje, Şîlan Dora, Ferhat Mansurî û Ahmet Aslan tevlî bibin bi dawî bibe. Dê ji 7'ê Gulanê heya 15'ê Gulanê li gelek navendan konser, pêşandana fîlman, şano, panel û pêşangeh were lidarxistin.

Hunermendê NÇM'ê Serhat Kural der barê mîhrîcanê de agahî dan û destnîşan kir ku nifûsa kurdan herî zêde li Stenbolê ye û ew dixwazin li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirina çandî çand û hunera Kurd bigihînin gelan. Kural her wiha da zanîn ku NÇM ku bi armanca parastina çanda kurdî û pêşxistina berhemên hunerî xebat dimeşîne, dixwaze bi riya vê mîhrîcanê ve hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê li Stenbolê bicivîne. Kural ji bo armanca mîhrîcanê wiha pê de çû: "Dê unermendên ku formên çandî yên her çar parçeyên Kurdistanê temsîl bikin beşdarî mîhrîcanê bibin. Di pêvajoyek ewqas awarte de divê herkes xwedî li çand û hunera kurdî derkeve. Ji ber vê yekê em bang li herkesî dikin ku ji bo vê mîhrîcanê piştgiriya xwe diyar bikin û li gel me bin."

Bernameya mîhrîcanê bi vî rengî ye:

7 Gulan Şemî: Pêşangeha Wêneyên Têkel 'Bîr', Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 16.30
Guldesteyek fîlmên kurt, Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 17.00
Konsera vekirinê: Newayên Çarçira, Cih: Şanoya Kenter, Katjimêr: 20.00

8 Gulan Yekşem: Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê, Lîstik: Papûcên Min ên Xweşik, Cih: Su Gosterî Merkezî, Katjimêr: 11.00
Panel: Wêje û Huner, Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 15.00
Pêşandana belgefîlm: Her Şer Bû Jiyana Min, Cih: Navenda Çanda Golge, Katjimêr: 16.00
Şano: Yên Xwedê ji Wan Sitendî, Cih:Su Gosterî Merkezî, Katjimêr: 20.00

9 Gulan Duşem: Pêşangeha Wêneyan: Kalan, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 19.00
Konser: Ozan Serdar, Ozlem Gerçek, Dogan Çelîk, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

10 Gulan Sêşem: Konser: Yelda Ebbasî, Tehsîn Xidir, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

11 Gulan Çarşem: Kurtefîlm: Dûr, Dîwançeya Helbestan: Jana Seyda, Konser: Newayên Jina, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

12 Gulan Pêncşem: Belgefîlm: Her Şer Bû Jiyana Min, Cih:BEKSAV, Katjimêr: 16.00
Şano: Spîmend, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

13 Gulan În: Dîwana Dengbêjan, Cih: Med-Der, Katjimêr: 17.00
Konser: Ahmet Aslan, Îlana Eliya, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

14 Gulan Şemî: Şano: Masiyê Reş ê Biçûk, Cih: Su Gosterî Merkezî, Katjimêr: 11.00
Hevpeyvîn: Rênas Jiyan, Cih: Cezayîr Restoran, Katjimêr: 15.00
Şano: Tirsa Fuhrer, Cih: Navenda Çanda Şîşlî, Katjimêr: 20.00

15 Gulan Yekşem: Konsera Girtinê: Hanî, Bajar, Meral Tekçî, Lawje, Şîlan Dora, Xêro Ebbas û Ferhat Mansurî, Cih: Bostanci Gosterî Merkezî, Katjimêr: 17.00

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN