Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd dest pê kir
STENBOL (DÎHA) - Konsera vekirinê ya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê bi stranên Newayên Çarçira ve dest pê kir. Hunermenda NÇM'ê Rûşen Kirici gotina "Em ê îsal li vir bi Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê re bên cem hev."
Konsera vekirinê ya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd a NÇM organîze dike bi stranên Newayên Çarçira ve dest pê kir. Konsera vekirinê ya mîhrîcanê li Şanoya Kenter hate dayîn û parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan û Fîlîz Kerestecîoglu û endamê KJA'yê Sebahat Tuncel jî beşdar bûn.
'Em ê bi israr hebin'
Beriya konsera vekirinê hunermenda NÇM'ê Rûşen Kirici axaftineke kurt kir û ev tişt anî ziman: "Em ê îsal li vir bi Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê re bên cem hev. Em ê ji kuçeyên teng ên Sûrê derbas bibin û bi dîroka wî ya ku di her kevirê wî de şopên gelan heye ve bigihîjin hev. Em ê dengê xwe bigihînin stranên wan ji hewşan bi her zimanê stran bilind dibe. Em ê helbestên ku li ser diwarên malên Cizîrê yên ku sewaxên wan hilweşiyane bibînin. Em ê bi çîrokên Nisêbînê û Sîlopiyê bibînin. Em ê li vir ji bo bîranîna hemû êşên xwe bi israr hebin."
Piştî axaftinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Şevê bi stranên Newayên Çarçira ve berdewam kir.
(sa)