DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Em dixwazin dengbêjiyê bi nifşên nû bidin hezkirin'

 
9 Gulan
09:10 2016

STENBOL (DÎHA) - Dengbêjên Kurd xwe amade dikin ku di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd de, li Stenbolê kilamên xwe bigihînin hemû gelan. Denbêj Xalîde û Dengbêj Sabrî Agirî yên ku dê di dîwana dengbêjan de cih bigirin anîn ziman ku tekane armanca wan ew e ku kevneşopiya dengbêjiyê bigihînin nifşên nû.

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd ku bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê tê lidarxistin, bi konser, şano, panel, pêşangehên wêneyan û bi çalakiyên cûr be cûr berdewam dike. Di nav bernameyê de yek ji çalakiyên ku ji bo çand û hunera kurd girîng jî dîwana dengbêjan e. Koma dengbêjan a ku di bin banê NÇM'ê de xebatên xwe dimeşîne, dixwaze kevneşopiya dengbêjiyê bigihîne nifşên nû. Niha di nav komê de Dengbêj Xalîde, Dengbej Qanî Qereyazî, Dengbêj Sabri Agirî, Dengbêj Mihamede Beyro, Dengbêj Bedrettin Abbasî xebatên xwe berdewam dikin. Li ser navê koma dengbêjan, Dengbêj Sabri Agirî û Dengbêj Xalîde axivîn û diyar kirin ku ji bo çanda dengbêjiyê bigihe pêşerojê divê bingeheke xurt jê re were danîn.

'Her gel bi çanda xwe hebûna xwe îspat dike'

Dengbêj Sabrî Agirî di nav malbateke dengbêj de mezin bûye û ew bi xwe jî ji 7 saliya xwe ve ye kilamên dengbêjiyê guhdar dike û dibêje. Agirî da zanîn ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Medê de Koma Dengbêjan ava kirine û got "Di çarçoveya mîhrîcanê de me Dîwana Dengbêjan danî û me vekirine wê kir. Armanca me ew e ku em nirxên xwe yên çandî biparêzin û bigihînin nifşên nû. Agirî ji bo mîhrîcanê jî diyar kir ku ew hêvî dike beşdariya îsal ji ya par xurttir be û wiha got: "Ji bo pêşketina çanda kurdî xebatên bi vî rengî gelek girîng e û eme jî wateyê didin van xebatan. Divê em jî di nav gelan de nûnertiya çanda xwe bikin. Her gel bi çand xwe hebûna xwe îspat dike. Ji ber vê yekê ev mîhrican gelek girîng e."

'Çanda kurd digihe hemû gelan'

Dengbêj Xalîde jî weke Dengbêj Sabrî Agirî, di nav kilamên dengbêjiyê de mezin bûye. Denbêj Xalîde anî ziman ku ji ber di nav maleke dengbêjan de mezin bûye ev jê re bûye fersendeke mezin û got ji sala 98'an ve ye bi awayek profesyonel li ser mûzîkê dixebite. Xalîde da zanîn ku dê di 13'ê Gulanê de di çarçoveya mîhrîcanê de Dîwana Dengbêjan were danîn û wiha pê de çû: "Bi vê mîhrîcanê re em dixwazin nirxên xwe yên çandî yên hemû parçeyen Kurdistanê ne tenê bi gelê kurd her wiha bi gelên din re jî bidin nasîn. Em dikarin bêjin ji bo vê mîhrîcanê em dereng jî mane. Di xebatên danasîna çanda xwe de em rastî gelek astengiyan hatin. Lê îro çanda kurd hem di qada navneteweyî de hem jî li Tirkiyeyê digihe hemû gelan."

Xalîde di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca wan ew e çanda dengbêjiyê bi nifşên nû bidin hezkirin û wiha axivî: "Wek jineke kurd, ez dixwazim bala jinên ciwan ên kurd bikşînim ser dengbêjiyê. Em dibînin eleqeyek jî heye. Ez bawer dikim ku em hêdî hêdî vê çandê didin hezkirin."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN