DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Gazinca hevrê bû sedema nivîsandinê

 
10 Gulan
09:04 2016

BÎLAL GULDEM

MÊRDÎN (DÎHA)
- Nivîskar ango girtiyê bi navê Mahîr Bagok di encama dîtina xewneke li girtigehê dest bi nivîsandinê dike û heta niha 4 pirtûkên wî hatine weşandin. Gelek berhemên Bagok ên nehatine weşandin jî hene. Bagok destnîşan kir ku wî bi xwenek hevalê xwe yê cangorî dest bi nivîsandinê kiriye û got ku nivîsandin wek behrekiye û dema dinivîsîne aramiyê dide wî.

Di nivîskarî û wêjeya kurdî de her roj pêşketinek mezin heye. Nivîskarên kurd ji bo pêşketina zimnê kurdî û wêjeya kurdan berfireh bibe xebatek bêhempa didin meşandin. Yek ji van nivîskaran jî nivîskarê girtî yê bi navê Mahîr Bagok e. Ev demek ango salên dirêje BAgok ji bo helbest çîrok û ramanên Kurdî kedek mezin dide. Nivîskariya BAgok bi dîtina xewnek hevalê xwe endamê HPG'ê Bahatîn Yilmaz ( Şiyar Mêrdîn ) ku di xewnê de jê re dibêje " Tu çima li ser me na nivîsînî?" dest bi nivîsînê dike. Bagok piştî vê xewnê giranî dide nivîsandinê û bi nivîsandina helbestan dest bi nivîsandinê dike. heta niha 4 pirtûk ango berhmên wî hatine weşandin. Pirtûkên Bagok ên hatine weşandin bi rêzê; " Pênç kûlîlkên zivistanê" û " Deniyê Sibehê ", pitûkên çİrokan ên bi navê " Henesa jiyanê " jî berdewama " Siya Nepanê." pitûka roman a bi navê "Henesa jiyanê " jî berdewema " Siya nepenê " ye û ji çaplirinê re tê amadekirin. Heta niha 3 pitûkên BAgok ji weşanxaneya Lîsê û yok jî ji weşenxaneya Na hatiye weşandin û gelek berhemên wî yên ne çapkiri yên amade jî di destê wî de hene.

Bagok têkikdarî nivîskari û berhemên xwe agahî parvekirin.

Xewnek bû sedema nivîsandinê

Bagok diyar kir ku ew li Êlihê di sala 2005 an de tê girtin û got ku li girtigeha wek Êlih, Midyad, Tokat maye û ev bû salak û nîv jî hatiye girtigeha Mêrdinê. Bagok ani ziman kı piştî hevrêyê wî Bahatin Yilmaz tê xewna wî şûn ve girniya xwe dide nivîsê û bi nivisandina helbestan serpêhatiya wî nivîskariyê destpê dike. BAgok destnişan kir ku ew hêj di hemû beşênwêjeya kurdî de nivîsandiN3e didomîne û wiha got: “ Hevrêyê min Şiyar Mêrdîn dema hate xewnê min û gotina wî bandorek mezin li ser min kir. Min di pitûk xwe ya bi navê “ Kefiyên çihêreng” de cih daye jiaya hevalê me Şiyar.”

Bagok bal kişan se nivîsandina pitûka û nvîs çawa li ser mirovaki bandor dike û wiha axivi:” nivîsandin weke behreke kûre mirov çiqas dinivîsîne, heneseya jiayana mirova k^şwerekî hêmînî fireh dbe. Firazê nivîsandina mirov, rewîştê wî/wê raber dike. Di nav qonaxa bûnewariya jîna mirova de şopeke nemir e.
Bagfok li ser rewşa zimnê Kurdî jî rawestiya û got ku her çiqas zimanê kurdî ne fermî be jî lê xwedî derketina zimanê Kurdî zêdeye. Bagok ev tişt got: “ li gel hemû anstengî û êrîşên li ser zimanê kurdî lê dîsa jî potensiyela xwendina Kurdî heye. Pêwîste mereqa li hember pitûkên Kurdî hin bêhtir be. Nivîsandin pi adi navbera çand, hest û raman de ye.”

Bagok herî dawî bal kişand ser şerê li Kurdistanê tê meşandin û got ku dema şer û tevkujî çêdibin li pêşiya hestên nivîsandinê dibe asteng ji ber vê yekê jî zimanê wêjeya kurdan zimanakî berxwedêr û vejînê di nav helbestan û çîrokan de di hewîne.

Mahir Bagok kî ye ?

Di sala 1981’an de li navçeya Nîsêbînê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji gundê Bilexşê yê b ise navçeya Kercewsê ye ango ji herema Torê ye. Heta liseyê xwendiye ^y ew bu 11 sal girtgehê de ye. Niha li Girtigeha Mêrdînê girtiye. Gelek nivîsên wî di rojanmeyên Azadiya Welat û Yeni Ozgûr Politika û di kovara W de hatine weşandin.
Bagok herî dawîş li hember xerab kirina bajaran rawestiya û li ser bajarê xwe Nisêbînê helbestek parvekir:

BÎRANÎNÊN BÊRIYÊ

Bajarê zarokatiya min lê bîranîn.
Mina Avaspî…
Niha agire ji mitalayên tu tê d. Xewrevina bêrî.
Xewnerojkên min di şeridin.
Li zemanê babirka riya Hevrîşm.

Diwarin şopên bianînên min tê de.
Li dîroka evînê.
Berxwedana min din av lêvên hêviyê de
Peymana raperînê.
Di gêjgerinnekên Nisêbînê de.
Giyanên min dinizile dahûtiya azadiyê.
Din av tûrikê bêriyê de. “

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN