DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Yelda Abbasî: Jin rih didin hunerê

 
10 Gulan
11:57 2016

STENBOL (DÎHA) - Hunermenda dengxweş Yelda Abbasî ya ku mîna bayê sibehê mirovan zindî dike ji bo peywendiya jin û hunerê got "Jin rih didin hunerê" û bi van gotinan balê kişand ser giyana hunerî ya jinan: "Jin dema zarokan mezin dikin lorîkan dibêjin. Di hemû karan de kilaman distrê. Jin çi bijîn wê tînin ser ziman."

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd a ku îsal cara duyemîn ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê ve tê lidarxistin, mazûvaniya hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê dike. Mîhrîcan ji 7'ê Gulanê ve ye bi deng, reng û hemû bedewiyên çanda Kurdî didome û li bajareke weke Stenbolê pêla bayê Kurdî li hemû kolanan dagire.

Yek ji hunermendên ku tevlî mîhrîcanê bûyî û dengê wê mîna bayê sibehê mirov zindî dike jî Yelda Abbasî ye ku ji herêma Xorasanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Abbasî ku bi taybet di salên dawî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi kilamên xwe yên weke "Lê Yarê" û "Ezîz Can" hate nasîn, di heman demê de mînakeke xurt a berhemdariya jinê ya qada hunerê ye. Ji ber vê ye ku ew bi xwe jî diyar dike ku jin rih dide hunerê.

Di 5 saliya xwe de diya wê dengê Abbasî ferq dike

Abbasî ya ku behsa çîroka xwe ya mûzîkê kir, da zanîn ku di 5 saliya xwe de dest bi mûzîkê kiriye û wiha axivî: "Diya min kete ferqa dengê min û bi piştgiriya wê min dest bi mûzîkê kir. Tê bîra min di zarokatiya xwe de di şanoyeke muzîkal de jî min cih girt û ev jî bi piştgiriya dayika min pêk hat."

Di mal de perwerdehiya mûzîkê

Abbasî destnîşan kir ku ji ber civaka Fars civakeke girtî ye nekariye li derve perwerdehiya mûzîkê bigire û anî ziman ku di 12-13 saliya wê de diya wê ji bo wê mamosteyeke mûzîkê peyda kiriye û hemû perwerdehiya xwe ya mûzîkê jî di mal de dîtiye.

'Dema zarok mezin dikin dayik lorîkan dibêjin'

Abbasî anî ziman ku dema nû dest bi mûzîkê kiriye li derdora wê kesên ku bertek nîşan dane jî hebûne û got di nav demê de ev kes jî rêz jî karên wê yên hunerî re nîşan dane. Abbasî, peywendiya jinê ya bi hunerê re, bi taybet jî bi mûzîkê re bi gotinên "Jin rihê didin hunerê" anî ziman û wiha pê de çû: "Dema jin zarokan mezin dikin ji wan re lorîkan dibêjin. Dema kar jî kilaman dibêjin, pê re dijîn. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku yên rih didin hunerê jin in."

'Ez ê li ser berxwedana Bakur jî bistrim'

Abbasî ji bo çavkaniya mûzîka xwe jî got ku ew hewl dide êşên gelê Kurd bîne ziman û wiha berdewam kir: "Dema li Rojavayê Kurdistanê şer û şoreş hebû min çend kilaman gotin. Ez dixwazim di rojên pêş de li ser berxwedana Bakurê Kurdistanê jî kilaman bixwînim." Abbasî di dawiya axaftina xwe de jî anî ziman ku dê ji bo Kurd bigihin armanca xwe, hunera xwe pêş bixe û biafirîne.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN