DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Dê li Bodrumê bi avakirina 900 RES'î re xwezayê talan bikin

 
11 Gulan
09:07 2016

SERHAT WELAT DAGDELEN

MUGLA (DÎHA)
- Bajarê Bodrum di aliyê turîzmê û aliyê xwe yî xwezayî ve wekî bihuştekî ye, dê bi avakirina 900 RES'î re xwezayê talan bikin. Ji bo avakirina RES'an riyên ku tên vekirin, ji niha ve di çêkirina riyan de bi sedan dar ji cihên wan tên rakirin. Endamên Platforma Derûdorê ya Nîvgirava Bodrumê bertek nîşanî çêkirina RES'an dan û diyar kirin ku bi çêkirina RES'an re pêşeroja Bodrumê tê tunekirin û bang li raya giştî hat kirin ku li dijî vê talanê piştgiriyê bidin wan.

Li navçeyên wekî Gokova, Yalikavak û Akyarlar ên navçeya Bodrumê ya Muglayê, dê bi avakirina 900 Santralên Enerjiya Bayê (RES) bên avakirin. Herêma ku wekî buhuşta turîzim û xwezayê tê nasîn, her çendî ji hêla gel ve rastî nerazîbûna bê jî û ji bo çêkirina wan biryara dadgehê tune be jî bi sedan RES tên avakirin. Cihên ku dê RES lê bên avakirin, herêmên wekî qadên sîtê hatine diyar kirin jî bi maşînên kar riyên 12 metreyî fireh tên vekirin û daristanên herêmê tên talankirin.

'Dê gel li xwezayê na, li RES'an temaşe bike'

Endamên Platforma Derûdorê ya Nîvgirava Bodrumê, da zanîn ku bi avakirina RES'an re dê pêşeroja Bodrumê bikeve xetereyê, ji bo pêşîgirtinê banga piştgiriyê kir. Endamê Platformê Lon Brîet bi lêv kir ku bi avakirian 900 RES'î re dê xwezaya Bodrumê ji holê bê rakirin, dê turîstên bên herêmê ne xwezayê, dê RES'an temaşe bikin.

Brîet piştrast kir ku rewşa herêmê di demên dawî de ji ber ku turîst nayên, gelekî xirab e, piştî avabûna RES'an dê rewş hêr xirabtir bibe û wiha axivî: "Her çendî li Bodrumê zivistanê turîzim tune be jî li çiyayên herêmê meş gelekî xweş e. Her wiha pergala wê ya ekoyî jî gelekî xweş e. Dê bi RES'an re cureyên zindiyan jî bikevin bin xetereyê. Dîsa nebatên li herêmê jî dê bi xwe re tune bike."

Bodrum di bin xetereyê de ye

Endama Platformê Bîge Kara jî destnîşan kir ku ev salek û nîv e ew li dijî RES'an têkoşînê didin meşandin, ji ber hemû bertekan gel jî RES tên çêkirin. Kara bi lêv kir ku avabûna RES'an bi xwe re gelek nexweşiyan tîne û wiha pêde çû: "Em li dijî RES'an têdikoşîn. Divê wekî navçeyên Çeşme û Karaburunê yên Îzmirê berî ku bên çikandin, bên astengkirin. Ne xwe dê pêşeroja Bodrumê di xetereyê de be. Werin em hemû bi hev re li dijî talana li Tikiye û Bodrumê pêk tê têbikoşin."

'RES ji bo me mirin in'

Welatiyê ji gundê Gerîşê yê Yalikavakê Halît Aktaş ê şivantiyê dike, da zanîn ku çêkirina RES'an ji bo wan mirin e û ev tişt got: "Ji ber ku RES hem ji xwezayê re û hem jî ji mirovan re mirin e. Ez li vir sewalên xwe diçêrînim, lê piştî RES hatin avakirin, cihê ku ez sewalên xwe lê biçêrînim nema. Dê nebatên li herêmê tune bin."

Aktaş bi lêv kir ku cihên ku RES lê tên çêkirin, cihê koça çûkan e û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Ev jingeha ku em 50 salin lê ne li ber çavên me tune dikin. Rapora ÇED'ê di demsala havînê de hatiye girtin û di raporê de tê gotin ku li herêmê tu zindiyek najî." Aktaş aşkera kir ku 14 hezar 800 donim hatiye îstimlaqkirin û got ku zevî û erdên wan ji destên wan hatiye girtin û beyî agahiya wan bi maşînên kar ketine zeviyên wan û axa wan talan dikin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN